Efserekî Îsraîlî siyasetên Til Avîvê li hember Sûriyeyê aşkera kirin

Efserekî payebilind ê artêşa Îsraîlê taktîkên leşkerî yên welatê xwe li hember Sûriyeyê aşkera kirin û got rûberên fireh ên Sûriyeyê ne di bin kontrola desthilata Şamê de ne.

Efserekî Îsraîlî siyasetên Til Avîvê li hember Sûriyeyê aşkera kirin
5 gulan, 2025   21:09
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya "Yedioth Ahronoth" a Îsraîlê diyar kir ku digel pêşdeçûnên ewlehî li herêmê artêşa Îsraîlê hebûna xwe ya leşkerî li Colanê û herêma bêçek a sînorê Sûriyeyê du qatî zêdetir kir.

Rojnameyê ku agahiyên xwe spartiye efserekî payebilind ê artêşa Îsraîlê, diyar kir ku rejîma Sûriyeyê hîna jî ji bo yekkirina desthilata xwe tê dikoşe û rûberên fireh ên welat, di nav de perav, bakur-rojhilat, bakur-rojava û herêmên çolistanê li başûrê rojhilatê ne di bin kontrola wê de ye. Ne tecrîhkirî ye ku niha herêmên sînorî yên bi ser Îsraîlê ve di bijarteyên wê yên pêşîn de bin.

Efserekî Îsraîlê destnîşan kir ku taktîkên leşkerî yên li herêmê heman taktîkên li Şerîta Xezayê pêk tên; weke nuqteyên kontrolê yên nişkava û dewriyeyên berdewam. Efser anî ziman ku çi hişyarî yan jî agahiyên îstîxbaratî li ser çalakiyeke dijber hebe wê yekser û bê dudilî destwerdan bê kirin.

(mh/fr)