SOHR: Çekdarên Şamê gundewarê Ceblê topbaran kirin

SOHR’ê diyar kir ku çekdarên Wezareta Parastinê ya girêdayî desthilata Şamê gundewarê Ceblê hedef girtin. Li gorî rêxistinên hiqûqî yên Sûriyeyê ew yek ji bo zextê li şêniyan bikin ku ji wan gundan koçber bibin.

SOHR: Çekdarên Şamê gundewarê Ceblê topbaran kirin
5 gulan, 2025   19:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) da zanîn ku çekdarên Wezareta Parastinê ya desthilata Şamê 4 top li gundê Xinêrî yê gundewarê bajarê Ceblê barandin. Di encamê de rewşeke tirsê ket nav şêniyên gund.

Girêdayî wê, ev 2 roj e gundê Resîf û çatrêya gundê Berqa yên herêma Wadî El Qeleh a gundewarê Ceblê bi balafirên bêmirov tên bombebarankirin.

SOHR'ê anî ziman ku armanc ji van êrişan ew e ku zext li şêniyan were kirin da ku bi darê zorê werin koçberkirin.

Li Şamê jî li gorî çavkanî û şahidan hin malbat bi darê zorê û di bin gefa çekan de hatin koçberkirin.

Di raporeke ajansa Reuters’ê de hat diyarkirin ku "Hêzên Ewlekariya Giştî" yên desthilata Şamê, hin malbatên Elewî yên li Şamê bêyî pêkanîna tedbîrên qanûnî yan jî wergirtina tu fermanên dozgeriyê ji malên wan derxistin.

Di raporê de hat diyarkirin ku ji Kanûna borî ve kiryarên wiha zêde bûne.

Lêkoleran li ser van binpêkirinan got ew jî yek ji teşeyên "zilma pêvajoya veguhêze" ku heman binpêkirin û sûcên rejîma berê tên dubarekirin, lê vê carê li dijî qurbaniyên ji beşên din e.

(mh/fr)