Jinên Tirbespiyê: Em ê heta dawiyê bi rêberê xwe re bin

Jinan destnîşan kir ku bi saya fikir û ramanên Rêber Abdullah Ocalan îro di hemû qadên jiyanê de cihê digirin û got “Heta Rêberê me azad bibe em ê li qadan bin.”

Jinên Tirbespiyê: Em ê heta dawiyê bi rêberê xwe re bin
16 kanûn, 2025   04:05
QAMIŞLO
EBAS XELEF

Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan were mîsogerkirin, jinên ji bajarê Tirbespiyê ya kantona Cizîrê diyar kir ku ew ê li qadan bin heta ku rêberê xwe bi fîzîkî azad bikin.

Jina ciwan a Êzidî Gulê Bahdî da zanîn ku bi saya felsefeya Rêber Abdullah Ocalan civaka Êzidî xwe bi rêxistin kir, hêz û saziyên xwe yên xweser ava kirin. Rêbertî civaka Êzidî ji qirkirinê xelas kir û got: “Ez wekî jineke ciwan, xwe li ser ramanên Rêbertî perwerde dikim û zanîna xwe zêde dikim. Ji bo azadiya fîzîka ya Rêbertî dê her tim li qadan bin, bang li tevahî jinan dikim, xwedî li mîmarê azadiyê derkevin."

Ruqeya El Hebîb jî diyar kir ku ew wek jinên Ereb, bi saya Rêber Abdullah Ocalan û piştî ku mafên xwe parastin, jin îro di her qadê de pêşengtiyê dikin.

Ruqeyayê wiha dom kir: “Di nav civakê de, jin karê wê xuya bû, lê bi xwendina pirtûkên Rêber Abdullah Ocalan û naskirina me ji Rêbertî re, jin îro pêşeng in. Ez wek jineke ji pêkhateyên Ereb bang li her kesî dikim, li dijî tecrîda ku li ser Rêbertî tê kirin rabin. Rêbertî neyê azadkirin, jin jî nayên azadkirin. Çalakiyên me ên ji bo daxwaza azadiya Rêbertî dê berdewam bikin.”

Qedriya Xelîl got: “Berê jî keda jinan hebû, lê nedihate xuyakirin, keda wan dihate binpêkirin. Di roja me ya îro de em dibînin jin li kêleka mêran civakê bi rê ve dibe û jinan dane xuyakirin ku ew dikarin xwe bi xwe bi rê ve bibin, li ser bingeha paradîgmaya Rêber Abdullah Ocalan.”

ANHA