Efrînî êşên xwe yên koçberiyê vedibêjin

Mihemed Hecî Şêxo trajediya malbata xwe piştî cara duyemîn koçber bûn, vegot.  Şêxo got di komkujiya ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li Til Rifetê pêk aniye de hevjîna wî şehîd bû.

Efrînî êşên xwe yên koçberiyê vedibêjin
13 kanûn, 2024   04:10
TEBQA
GELHAT ANDOK

Herêma Efrînê di 2018ˋan de bû şahidê kabûsên herî hov. Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişên hovane li dijî herêmê û xelkê Efrînê pêk anîn. Bi wê re gel bi darê zorê hatin koçberkirin. Mihemed Hecî Şêxo yê ji bajarokê Meydana ji mala xwe koç kir, li pey xwe bîranîn û hêviyên vegera rojekê hiştin.

Piştî koçberiyeke giran û dijwar, Mihemed Hecî Şêxo (40) û malbata wî  li herêma Şehbayê man. Tevî zehemtiyan, dîsa jî hêviya vegera li Efrînê ji dilên wan bar nekiribû. Jixwe ev jî rewşa bi hezaran koçberên Efrînê ye.

SENARYOYA 2018ˋAN DUBARE BÛ

Dema ku Şêxo li gundekî Şêrewayê karê xwe dikir, ji nişka ve dengê mermî û guleyan hatin guhên wî, yekser wî dev ji karê xwe berda û berê xwe da mala xwe ya li Til Rifetê. Şêxo di rê de bi rewşa hevjîn û herdu zarokên xwe difikirî.

Dema ku gihîşt malê, dîmeneke ji kabûsan tarîtir dît. Şêxo dît ku laşê hevjîna wî Emîne Henan (44) li aliyekî û serê wê li aliyekî din e.Bûyera Şêxo dîtiye bawer nekir û ji hovîtiya wê dîmenê bi derveyî odeyê de reviya.

2 zarokên Şêxo hene, Rûbar (10) û Çayan (8). Her du zarokên êşa û jana jidestdayîna dayika xwe kişand.

LI DIJÎ SIVÎLAN KOMKUJIYÊN QIRÊJ Û HOVANE

Şêxo nizanî kê ew komkujî li dijî malbat û cîranên wî yên Til Rifetê pêk aniye. Ne tenê hevjîna wî, her wiha 5 kesên din ji nav wan jinek jî hatin qetilkirin.

Yek ji cîranên Şêxo diyar kir ku yên ku ew komkujî pêk anîne çeteyên Ceyş El Wetenî (Artêşa Nîştimanî) bûn û wan çeteyan bajarê Til Rifetê û Şehbayê dagir kirin.

Berê bi hevjîna Şêxo, Emîne re nexweşiya sinirê hebû, her wiha nexweşê hişçûnê jî bû.

Şêxo kêliyên biêş ên derketina ji Şehbayê wiha vegotin: “Me tiştek bi xwe re nebir, tenê min her du zarokên xelas kirin. Em bi van cil û bergên xwe derketin.”

ˊARMANCA WAN QIRKIRINA KURDAN Eˋ

Şêxo diyar kir ku armanca dewleta Tirk a dagirker zelal e, ew jî qirkirina gelê Kurd e.

Şêxo bi çavên tijî hêsir wiha domand: “Dema ku em bi rê de bûn, çeteyên Ceyş El Wetenî gotinên ‘hûn li ku derê bin em ê werin we’, ‘hûn beraz in’ û ‘em ê we serjê bikin’ û gotinên din ku ez nikarim bibêjim, ji me re digotin.”

ˋEM FEDAKARIYA ŞEHÎDÊN XWE YÊN HRE’YÊ JI BÎR NAKINˊ

Der barê pêşwazîkirina Rêveberiya Xweser ji koçberan re, Şêxo spasiya Rêveberiya Xweser û hemû aliyên ku alîkarî kirine kir û got: “Em spas Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) jî ji ber fedakariya wan û parastina me, dikin û em wan ji bîr nakin.”

Hemwextî nebûna destekdayînê ji aliyê rêxistinên mirovî yên navneteweyî, ji bo peydakirina pêdiviyên koçberan ên xwarin, betanî, derman û alîkariya bijîşkî, Rêveberiya Xweser di liv û tevgerê de ye. Li kêleka wê jî şêniyan gelek însiyatîf ji bo komkirina alîkariyan ji koçberan re li dar xistin û ev jî diyar dike ku hevgirtina civaka xwecih û ruhê berpirsiyariyê ji bo derbaskirina zehmetiyan pêwist in.

Ev buyer li rêzesûc û komkujiyên li dijî Kurdên li herêmê ji hêla dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve pêk tên, zêde dibe.

(mh/fr)

ANHA