ˋLi dijî êrişan em ê bi fikrên Rêbertî li ber xwe bidinˊ

Xelkê bajarên Til Temir û Til Birakê yên kantona Cizîrê êrişên li dijî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kirin û diyar kir ku helwesta hêzên navneteweyî li hember komkujiyên dagirkeriyê rewşê aloztir dike.

ˋLi dijî êrişan em ê bi fikrên Rêbertî li ber xwe bidinˊ
13 kanûn, 2024   03:10
HESEKÊ
 EBDULXENÎ EL HAMAN – AMIR EZAWÎ

Dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe yên li dijî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û pêkanîna komkujiyan hemwextî bêdengiya hêzên navneteweyî didomîne.

Girêdayî wê, ciwana bi navê Reşa Elo ya ji bajarê Til Temirê yê kantona Cizîrê komkujiyên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî gelê herêmê ku herî dawîn li gundewarê Eyn Îsayê di nav de zarok û jin zêdetirî 20 welatî şehîd bûn, şermezar kirin.

Reşa destnîşan kir ku hemû pêkhateyên herêmê ji bo têkbirina êrişan hevgirtî ne û ew bi fikrên Rêber Abdullah Ocalan li ber xwe didin û got: “Em ê ji Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) re di têkbirina êrişên dagirkeriya Tirk de, bibin çavkaniyên hêzê.”

Welatî Birces Îbrahîm ê ji Til Temirê bêdengiya hêzên navneteweyî şermezar kir û banga bilindkirina asta têkoşînê û destekdayîna QSD’ê li gelên herêmê kir.

Îbrahîm destnîşan kir ku pêwist e fîtneya ku dewleta Tirk a dagirker hewl dide di nava pêkhateyan de derxe, were têkbirin. Ji ber ku armanca wê têkbirina mozaîka civakî ya herêmê ye.

Welatî Boze El Salih a ji Til Temirê diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker bi hemû cûreyên çekan û balafirên bêmirov li dijî herêmê û gelê wê êrişan pêk tîne, armanca wê jî dagirkirina rûbereke berfirehtir a herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye.

Endamê Nivîsgeha Olan a bajêr Ehmed Xelîl destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker ji ketina rejîma Esed sûd wergirt ku rûbera xwe ya dagirkeriyê berfirehtir bike û rewşa aramî û jiyana hevbeş a li herêmê têk bibe.

Xelîl banga parastina yekbûna xaka Sûriyeyê û xurtkirina hevgirtinê kir.

Endama Kongra Star a bajarê Til Birak Zehra El Mutleq jî diyar kir ku di encama êrişên dewleta Tirk de zarok û jin dibin qurbanî. Zehra bang li hêzên navneteweyî kir ku bi awayekî lezgîn destwerdanê bikin û komkujiyên ku dewleta Tirk a dagirker pêk tîne bi dawî bike û bang li gelên herêmê kir ku destekê bidin QSD’ê.

(mh/fr)

ANHA

Til Temir 

Til Birak