Li Eyn Îsayê erebeyek hat rûxandin û ketina çeteyan hat têkbirin

Hêzên Meclisa Leşkerî ya Reqayê li gundewarê rojhilatê bajarê Eyn Îsayê hewldana ketina çeteyên dewleta Tirk a dagirker li herêmê têk bir.

Li Eyn Îsayê erebeyek hat rûxandin û ketina çeteyan hat têkbirin
12 kanûn, 2024   23:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên çavkaniyên leşkerî, şervanên Meclisa Leşkerî ya Reqayê hewldana ketina çeteyên dewleta Tirk a dagirker li gundê El Hemîd û gundê Şerîke têk bir û erebeyeke çeteyan rûxand.

Hemwextî hewldana ketinê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi çekên giran gundên Hiwêce û El Hemîd topbaran kirin.

(fr)