Ebû Mihemed El Colanî bi şandeya Îtalyayê re civiya

Fermandarê HTŞ'ê Ebû Mihemed El Colanî û wezîrê derve yê rêveberiya HTŞ'ê ya Şamê Esed El Şîbanî bi şandeyeke Îtalyayê re, li Şamê civiyan.

Ebû Mihemed El Colanî bi şandeya Îtalyayê re civiya
10 ÇILE, 2025   17:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya El Weten a Sûriyeyê ragihand ku fermandarê Heyet Tehrîr El Şam (HTŞ) Ebû Mihemed El Colanî û wezîrê derve yê rêveberiya HTŞ'ê ya Şamê Esed El Şîbanî bi şandeyeke Îtalyayê re ya bi serperiştiya wezîrê derve Antonio Tajani civiyan.

Di civîneke çapemeniyê de Tajani girîngî bi parastina yekbûna xaka Sûriyeyê, vegerandina ewle ya hemû penaberên Sûriyeyê û rakirina cezayîn ku li rerjîma berê hatibûn dayîn, da.

El Şîbanî jî diyar kir ku ew amadekariyê ji bo damezirandina şandeyekê ji bo pêkanîna rêze serdanên li Ewropayê û xurtkirina hevkariyê, dike.

(mh/şx)