Partiya Yekitî û ya Pêşverû berxwedana QSD'ê silav kir

Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyeyê û Partiya Demoqrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyeyê di panelekê de berxwedana dîrokî ya QSD'ê ya li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê silav kir û bang li hemû partiyên siyasî kir ku ji bo parastina gelê Kurd bibin yek.

Partiya Yekitî û ya Pêşverû berxwedana QSD'ê silav kir
Partiya Yekitî û ya Pêşverû berxwedana QSD'ê silav kir
Partiya Yekitî û ya Pêşverû berxwedana QSD'ê silav kir
Partiya Yekitî û ya Pêşverû berxwedana QSD'ê silav kir
Partiya Yekitî û ya Pêşverû berxwedana QSD'ê silav kir
10 ÇILE, 2025   17:30
QAMIŞLO

Partiya Demokrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyeyê û Partiya Demoqrat a Kurd li Sûriyeyê - Yekitî paneleke siyasî ya berfireh li qada xwaringeha Çarçela ya bajarê Dêrikê yê kantona Cizîrê li dar xist.

Di panelê de bi sedan endamên herdu partiyan, nûnerên saziyên sivîl, kesayetên siyasî û olî yên Dêrikê û gundewarê wê beşdar bûn.

Di panelê de mijara yekê ya "Sûriye piştî ketina rejîma dîktatorî, rewşa heyî û çarenûsên pêşerojê" û mijara duyê ya "Rewşa gelê Kurd li Sûriyeyê û erkên li ser milê tevgera wî ya siyasî" hatin nîqaşkirin.

Di serî de sekreterê partiya Yekitî Mustefa Meşayix li ser zehmetiyên ku gelê Kurd ji ber Kurdbûna xwe kişandine axivî û got: "Di vê qonaxê de jî dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi hemû hêza xwe hewl didin di bendava Tişrînê û pira Qereqozaq re li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrişê pêk bînin. Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) jî bi îradeyeke xurt gelê Kurd û yê Sûriyeyê ji van êrişan diparêze."

Meşayix diyar kir ku li hemberî van êrişan hemû aliyên siyasî çareseriyên aştiyane ji bo Sûriyeyê bibînin û hemû aliyên Kurdî jî ji bo parastina hebûna gelê Kurd yekitiyê çêkin û got: "Bi îradeya gelê xwe û hêza QSD'ê em ê mafên xwe misoger bikin."

QSD'Ê LI BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYEYÊ GELÊ KURD DIPARÊZE

Cîgirê sekreterê partiya Pêşverû Ehmed Silêman girîngî da yekitiya kurdî û got: "QSD'ê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gelê Kurd di aliyê leşkerî û siyasî de diparêze. Divê em vê derfeta dîrokî ji dest nedin. Em hemû nakokiyan deynin aliyekî û destekê bidin yekitiya Kurdî."

Silêman diyar kir ku eger dewleta Tirk a dagirker Kobanê dagir bike ew ê tevahî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî dagir bike, ji ber wê divê her kes bi hemû hêza xwe ji bo pêkanîna yekitiyê û pêşîgirtina li dagirkeriyê, bixebite.

(mh/şx)

ANHA