DYAˊyê cezayên nû li kes û saziyên Îranê birîn

Wezareta Xezîneya Amerîkayî li ser 4 kes û gelek sazî û keştiyên têkildar bi veguhastina petrol û gazê yên Îranê birîn.

DYAˊyê cezayên nû li kes û saziyên Îranê birîn
25 sibat, 2026   21:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Xezîneya Amerîkayî bi riya Nivîsgeha Kontrola Malî ya li ser Malên Biyanî (OFAC) ragihand ku cezayên nû li ser 4 kes, gelek sazî û keştiyên ku têkildar bi qaçaxçîtiya neft û gazê yên Îranê û piştgiriya bernameyên leşkerî yên wê dikin, birîne.

Wezaretê da zanîn ku 4 Îraniyên ku navên wan li ser lîsteya cezayan hatine zêdekirin ev in: Mihemed Abedînî, Mihrdad Ceferî, Îbrahîm Şerîetzade û Mehdî Zend. Ev hemû kes bi "Pîşesaziyên balafiriyê yên Quds" a Îranê re têkildar in.

Li 16 şîrketên xeyalî li Îran, Tirkiye, Panama, Lîberya û Giravên Marşal jî ceza hatine birîn ku Tehran ji bo derbaskirina cezayan bi kar tîne.

11 keştiyên neft û gazê yên ku bi alayên Palau, Panama, Îran, Barbados û Giravên Komorê ne, hatine cemidandin. Ev keştî bi veguhastina barkêşiyên neqanûnî yên li ser navê saziyên ku di bin cezayan de ne, têne tawanbarkirin.

Li gor malpera Wezareta Xezîneya Amerîkayî ev ceza armanca wan qutkirina çavkaniyên darayî yên Îranê yên ji firotina enerjiyê ne, ku wê ji bo piştgiriya bernameyên xwe yên moşekî û çalakiyên xwe yên bêîstîqrar li herêmê bi kar tîne.

(fr)