DYA’yê cezayên nû li şîrketên Rûsyayê birîn

Wezîra Xezîneyê ya DYA’yê ceza li 2 şîrketên petrolê yên Rûsyayê birîn û diyar kir ku sedema van cezayan şerê li Ukraynayê ye.

DYA’yê cezayên nû li şîrketên Rûsyayê birîn
23 cotmeh, 2025   11:01
NAVNDA NÛÇEYAN

Wezîrê xezîneyê yê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Scott Besant duh got sedema cezayên li ser şîrketên Rosneft û Lukoil hatine birîn, ew e ku her du şîrket "makîneya şer a Kremlînê fînanse dikin", di demekê de ku serokê DYA’yê Donald Trump hewl dide şerê di navbera Rûsya û Ukraynayê de bi dawî bike.

Besant anî ziman ku dê yek ji mezintirîn pakêtên cezayan li dijî Moskovê bibire û got: "Serokê Rûsyayê rastgo nebû û bi awayê rastgo û vekirî ku me hêvî dikir, nehat ser maseyê." Besanet destnîşan kir ku Trump ji awayê van dan û standinan bê hêvî ye.

Trump li Qesra Spî dema ku sekreterê giştî yê NATO’yê Mark Rutte pêşwazî kir, ji rojnamevanan re got: "Ev ceza mezin in... em hêvî dikin ku demeke dirêj neyên sepandin. Em hêvî dikin ku şer bi dawî bibe."

Trump dan û standinên xwe yên bi Pûtîn re yên der barê bidawîkirina şerê Ukraynayê de wek “Baş, lê di dawiyê de bê fêde” nirxandin.

Her wiha Yekitiya Ewropayê jî duh li hev kir ku cezayên xwe yên li ser çavkaniyên enerjiyê yên Rûsyayê tundtir bike. Li gorî Danîmarkayê, ku heta dawiya salê serokatiya dorê ya Yekitiya Ewropayê dike, ceza ji rawestandina hawirdekirina gaza xwezayî ji Rûsyayê jî digire nava xwe.

(bb)