Pirsgirêka di navbera Etiyopya û Erîtreyê de û civîna Trump û Pûtîn rojevên rojnameyên erebî ne

Pirsgirêka di navbera Etiyopya û Erîtreyê de zêde bûye û gihaştiye asta îhtîmala şerekî. Civîna bilind a dihat payîn di navbera serokê DYA’yê Trump û yê Rûsyayê Pûtîn de li ser şerê li Ukraynayê pêk were jî îptal bû.

 Pirsgirêka di navbera Etiyopya û Erîtreyê de û civîna Trump û Pûtîn rojevên rojnameyên erebî ne
23 cotmeh, 2025   11:18
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî di rûpelên xwe yên îro de bal kişand ser aloziya di navbera Etiyopya û Erîtreyê de û civîna Trump û Pûtîn.

‘GEFA LI SER EWLEHIYA AFRÎKAYÊ; ÎHTÎMALA ŞERÊ DI NAVBERA ETIYOPYA Û ERÎTREYÊ DE’

Rojnameya El Ereb destnîşan kir ku îhtîmala pirsgirêka di navbera Etiyopya û Erîtreyê de veguhere şerekî, mezin bûye. Ev bi zêdebûna aloziya di navbera her du welatan de û dijwariya xîtaba siyasî zêdetir bûye. Li aliyê din jî diyar e her du alî amadekariyên xwe yên leşkerî dikin.

Çavdêran metirsiya xwe anî ziman ku îhtîmala ezmûna şerê dawiya salên 90’î yê di navbera her du aliyan de rû dabû, dubare bibe. Di wî şerî de zirarên mezin ên canî û madî çêbûbûn, di encamê de Erître mecbûr ma peymana aştiyê qebûl bike.

Rojnameyê destnîşan kir ku dibe navbênkariya nû ya Îmaratê derfetekê ava bike û aloziya heyî kêmtir bike. Bi taybet Îmaratê di sala 2018’an de têkiliyên dîplomatîk piştî 20 salan di navbera her du welatan de vejandibûn.

Rojnameyê her wiha da zanîn ku Etiyopya niha hewl dide vebijêrkên xwe yên deryayî zêdetir bike. Bi taybet bi rêya dan û standinên di navbera wê û Somalî û Jîbûtiyê de, her wiha lêkolînkirina benderên nû yên anternatîf li Sûdan û Kenyayê. Ew bi vê yekê dixwaze xwe dûrî bikaranîna benderên Erîtreyê bike.

Rojnameyê hişyarî da ku derketina şerekî nû dê ewlehiya parzemîna Afrîkaya binpê bike ku aloziyên wê ji Sûdanê heta Somaliyê belav in, lewma pêwistî bi tevgereke navneteweyî heye da ku aştiya lawaz a di navbera her du aliyan de têk neçe.

CIVÎNA TRUMP Û PÛTÎN

Rojnameya El Xelîc di hejmara xwe ya îro de bal kişand ser çarenûsa civîna bilind a dihat payîn di navbera serokên DYA’yê û Rûsyayê de hatiba lidarxistin.

Rojnameyê bi bîr xist ku telefona di navbera wezîrên karên derve Rubio û Lavrov de ya di çarçoveya amadekariya civîna bilind de, neyînî pêk hat û tu encam bi xwe re neanîn û wiha dom kir: “Ji ber wê DYA’yê dema civîna bilind a dihat payîn, taloq kir. An heta mercên baştir ji bo çêkirina civînê pêk werin, ji ber ku niha nakokiyên di navbera her du aliyan de yên têkildarî bidawîkirina şerê Ukraynayê hîn jî didomin. Lê bi berdewamkirina şêwiran, dibe di hefteyên pêş de zemîneke baştir ji bo lidarxistina civîna bilind çêbe.”

(dc)