DYA’yê cezayên nû li komên li Iraqê birîn

DYA’yê biryar da ku li ser hin kes û komên milîs ên iraqî cezayên nû bixe meriyetê, ji ber ku “alîkarî dane têkbirina pêkanînên li ser Tehranê.”

DYA’yê cezayên nû li komên li Iraqê birîn
10 cotmeh, 2025   11:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Di daxuyaniya Wezareta Xezîneyê ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) de ku duh daye, hate ragihandin ku ev “komên piştevaniya Îranê dikin” ne tenê ji mirina welatiyên amerîkî berpirsyar in, her wiha aboriya Iraqê lawaz dikin, bi rêya gendelî û bazirganiyê çavkaniyên welêt talan dikin, nahêlin hikumetek li Iraqê ava bibe û bi vî rengî gefê li ewlekariya herêmî dixwin.

Di nava komên ku ketine ber cezayan de Ketaîb Hizbullah jî heye ku ji aliyê Washingtonê ve wek rêxistina terorê hatiye naskirin.

Serokê DYA’yê Donald Trump îdia kiribû ku vê komê di berdana akademîsyena îsraîlî-Rûs Elizabeth Tsurkov de rol lîstibû ku sala 2023’yan hatibû revandin.

Her wiha serokê Komîteya Olîmpiyatên Neteweyî ya Iraqê Akîl Muftîn û birayê wî Alî Muftîn jî ketin ber cezayan.

Her wiha ceza li koma pîşesaziyê ya bi navê Muhadis General Company jî hate ferzkirin ku di sektorên înşaet, çandinî, endezyarî û makîneyan de dixebite.