DYA’yê careke din êrişî Hûsiyan kir

Artêşa DYA’yê vê sibê careke din baregehên Hûsiyan ên li Yemenê kirin hedef. Di hefteya dawîn de ev cara çaremîn e ku DYA êrişî Hûsiyan dike.

DYA’yê careke din êrişî Hûsiyan kir
18 ÇILE, 2024   10:07
NAVENDA NÛÇEYAN

Kanala El Mesîra ya Hûsiyan ragihand ku vê sibê li dijî gelek parêzgehên Yemenê êriş pêk hatine. 

Kanalê daxuyand: "Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) û Brîtanyayê parzgehên Hudeyde, Tez, Zemar, Beyda û Sude kirin hedef.”

CENTOM’ê jî daxuyand ku artêşa DYA’yê 14 moşekên Hûsiyan ku ji bo avêtinê hatibûn amadekirin, kirine hedef.

Piştî çend saetan ji ragihandina DYA’yê ku koma Ensarullah (Hûsî) terorîst e, ev êriş pêk hat.

Têkildarî mijarê wezîrê karên derve yê DYA’yê Antony Blinken got: "Wezareta Karên Derve Ensarullah ên bi navê Hûsiyan tên naskirin, piştî 30 rojan ji îro, wê wek komeke terrorist diyar bike.”

(şx)