Çalakiya ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî’ 53 roj in didome

Çalakiya greva birçîbûnê ku girtiyên ji doza PKK’ê û PAJK’ê bi daxwaza “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî” dane destpêkirin di roja 53'yemîn de didome.

Çalakiya ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî’ 53 roj in didome
18 ÇILE, 2024   09:59
NAVENDA NÛÇEYAN

girtiyên ji doza PKK’ê û PAJK’ê yên li girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û rakirina tecrîdê, dest bi greva birçîbûnê ya dorveger kiribûn. Çalakî, di roja 53’yan de berdewam dike.

Malbatên girtiyan bi şiyara  “Ji bo edaletê em tecrîdê bişkînin ji bo aştiyê em bibin dengê zindanan” li Wan, Amed, Mêrdîn, Mêrsîn, Edene, Stenbol û Îzmîrê bi heman armancê hat destpêkirin.

Çalakiya greva birçîbûnê, di 27’ê Mijdarê di çarçoveya kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareserî” de hate destpêkirin û dê heta 15’ê sibata 2024’an bidome.