Pakîstanê herêmek Îranê da ber mûşekan

Berpirsekî îstixbarata Pakîstanê eşkere kir ku piştî Îranê li dijî xaka Pakîstanê êriş pêkanî, vê sibehê wan jî wek bersiv bi mûşekan komên dijberên Pakîstanê yên li Îranê hedef girtine.

Pakîstanê herêmek Îranê da ber mûşekan
18 ÇILE, 2024   10:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Berpirsekî îstixbarata Pakîstanê ji ajansa AFP’ê re axivî û diyarkir piştî ku roja 16’ê Çile Îranê bi mûşekan êrişî ser xaka Pakîstanê kir, wan jî vê sibehê wek bersiva wan êrişan bi mûşekan komên çekdar ên dijberê Pakîstanê yên li nav xaka Îranê de hedef girtin.

Heman berpirs diyarkir ku wê di saetên pêş de hikûmeta Pakîstanê di derbarê êrişê de daxuyaniyek bide.

Têkildarî êrişa Pakîstanê, Ajansa ÎRNA ya Îranê jî ragihand, dengê çend teqînan li başûrê rojhilatê Îranê hatine bihîstin. Hat gotin cihê dengê teqînan lê hatî bihîstin, herêma Sîstan-Belucistan bi taybetî derdora bajarê Serwan bû.

Roja 16’ê Çile Îranê bi mûşekên menzîl dirêj du baregehên çekdarên Ceyşûl Edlî li Pakîstanê bombebaran kir. Baregehên ku hatine hedefgirtin li herêma Belucîstan ya Pakîstanê cih digirin.

Duh jî Wezareta Karên Derve ya Pakîstanê êrişên Îranê şermezar kiribû û gotibû, êrişa Îranê binpêkirina serweriya xaka Pakîstanêye, ev binpêkirina li ser serweriya welatê wan nayê qebûlkirin.