Gavên piştî erêkirina Hevpeymana Civakî

Gabrîêl Şamûn gavên ku dê piştî erêkirina Hevpeymana Civakî werin avêtin aşkera kirin û got, dê hejmareke komîte û Komîseriya Bilind a Hilbijartinan werin avakirin.

Gavên piştî erêkirina Hevpeymana Civakî
14 kanûn, 2023   03:41
REQA

Meclisa Gelan a Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di 12′ê Kanûnê de Hevpeymana Civakî erê kir ku jî kilêşe, 4 bendên sereke û 134 madeyan pêk tê.

Cîgirê Hevserokatiya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Gabrîêl Şamûn gavên ku piştî erêkirina hevpeymanê werin avêtin, diyar kirin. Şamûn ji ANHA′yê re axivî û got: "Gava duyemîn dê Komîseriya Bilind a Hilbijartinan were avakirin. Komîserî dê ji bo pêkanîna hilbijartinan li ser asta Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û her heft kantonên ku di Hevpeymana Civakî de hatine ragihandin, bixebite′′

Şamûn îşaret pê kir ku hilbijartin wê li gorî bendên Hevpeymana Civakî werin lidarxistin û li gorî wê dê sazûman û navên nû yên saziyên Rêveberiya Xweser werin diyarkirin.

Şamûn got qanûnên Rêveberiya Xweser dê di ber çavan re werin girtin û li gorî Hevpeymana Civakî ya nû werin guhertin, her wiha got, ev yek jî dê avakirina hejmareke komîteyan pêk were.

Cîgirê Hevserokatiya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Gabrîêl Şamûn di dawiyê de got: "Ji îro ve em ê dest bi avakirina komîteyan bikin da ku di çend rojên bê de dest bi kar bînin. Welatiyên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dê van tevahî guhertinan bibînin ku dê bi çavdêriya Meclisa Gelan a Demokratîk werin kirin."

(bb)

ANHA