DYA: Hûsiyan keştiyeke balafiran a Amerîkayê kir hedef

CENTCOM’ê da zanîn ku Hûsiyan vê sibehê ji Yemenê moşek avêtine keştiyeke balafirên şer a DYA’yê li başûrê Deryaya Sor.

DYA: Hûsiyan keştiyeke balafiran a Amerîkayê kir hedef
15 ÇILE, 2024   12:01
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) ragihand ku koma Ensarullah (Hûsî) vê sibê moşekeke cruse ya li dijî keştiyan avêtiye keştiyeke balafirên şer a Amerîkayê a li Deryaya Sor. 

Fermandariyê aşkera kir ku moşek bêyî ku ziyanekê bide, hatiye bêbandorkirin.

Piştî êrişên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) û Brîtanyayê yên li dijî Hûsiyan, Hûsiyan gef xwar ku dê bersivê bidin.

DYA û hevalbendên wê Hûsî hişyar kiribûn ku êrişên xwe yên li dijî keştiyan li Deryaya Sor rawestînin.

Li goîr çapemeniya Hûsiyan, DYA û Brîtanya yekşemê êrişî navendên Hûsiyan kiriye. Lê Washingtonê ev agahî derewandin.

Êrişên li Yemenê fikarên firehbûna şerê di navbera Îsraîl û Hemasê de zêde dikin.

(şx)