Ji ber bombebaranê Dêrik, Amûde û Qamişlo bê av mane

Di encama bombebarana dewleta Tirk a dagirker a domdar a li dijî saziyên xizmetguzariyê de stasyonên avê yên li navçeyên Amûde, Tirbespiye, Dêrik û 3 stasyonên avê yên li bajarê Qamişloyê rawestiyan.

Ji ber bombebaranê Dêrik, Amûde û Qamişlo bê av mane
15 ÇILE, 2024   11:44
QAMIŞLO

Hevserokê Gerînendetiya Avê ya Qamişloyê Xorşîd Oso got aloziya qutbûna kehrebeyê dê kêmasiyê ji bo pêşkêşkirina xebatên bingehîn derxe, ji ber ku tevahî navendên avê û xebatên xizmetguzariyê bi kehrebeyê ve girêdayî ne. 

Oso wiha domand: "Heke ev alozî berdewam bike, wê xebitandina bîran û stasyonên avê rawestîne. Heke bi jeneratoran jî bên xebitandin, têrê nake."

Oso da zanîn ku stasyona avê ya Dêrikê û Tirbespiyê piştî bombebarana dewleta Tirk rawestiyan, niha bi rêya jeneratoran dixebitînin.

Li gorî Oso navçeya Amûdê û gundên derdorê bê kehrebe û av in, tenê 7 bîr bi jeneratoran tên xebitandin, dê av hebe lê têra welatiyan nake, ji ber ku kehrebe tune ye e û dê gihandina avê jî kêm be.

Li Qamişloyê jî, stasyona kehrebeyê ya li bakurê bajêr, di encama êrişan de rawestiya. Stasyon kehrebeyê dide 3 stasyonên avê; Ceqceq, Iwêce û stasyona bîrên şerqiye. Bi rawestandina stasyonê re dê pirsgirêka avê çêbe.

Oso diyar kir ku ew dê hewl bidin pirsgirêka avê bi rêya jeneratoran çareser bikin.

Di dawiyê de Xorşîd Oso got: "Bi giştî, di encama hedefgirtina stasyona Siweydiyê de kehrebe li bajar û navçeyên Cizîrê qut e. Bi wê re stasyonên avê jî rawestiyan. Ev dê di peydakirina avê de pirsgirêkê çêke. Hewldan hene ku jenerator bên xebitandin lê ne 24 saetan."

(şx)

ANHA