Komkara Erebî li ser rageşiya di navbera Somalî û Etiyopyayê de dicive

Cîgirê sekreterê giştî yê Komkara Erebî Hûsam Zekî ragihand ku wezîrên karên derve yên dewletên Ereban dê çarşemê civîneke awarte li dar bixin, ji bo ku lihevkirina Etiyopyayê bi Somalîlandê re îmze kiriye, nîqaş bikin.

Komkara Erebî li ser rageşiya di navbera Somalî û Etiyopyayê de dicive
15 ÇILE, 2024   12:07
NAVENDA NÛÇEYAN

Komkara Erebî wê çarşemê dê civîneke awarte ya online li ser asta wezîran li dar bixe, ji bo ku aloziya di navbera Somalî û Etiyopyayê de piştî ku Mogadîşoyê Lihevkirina Adîs Ababayê ya bi Somalîland re red kir.

Cîgirê sekreterê giştî yê Komkara Erebî balyoz Hûsam Zekî got: "Biryar hate dayîn ku çarşema bê civîneke awarte ya online li ser asta wezîrên karên derve bê lidarxistin."

Li gor Zekî di civînê de encamên lihevkirina di navbera Adîs Ababa û Somalîlandê re dê bên nîqaşkirin.

Zekî destnîşan kir ku civîn li ser daxwaza Somaliyê û piştgiriya 12 dewletên Ereban li dar dikeve. Mexrib dê serokatiya wê bike.

Zekî aşkera kir ku dewletên endam bi awayekî giştî piştgiriya helwesta Somaliyê dikin.

Komkara Erebî jî lihevkirina di navbera Etiyopya û Somalîlandê de red kiribû.

(şx)