DYA: Hikumeta Sûdanê çekên kîmyewî bi kar anîne

DYA’yê ragihand ku hikumeta Sûdanê di şerê xwe yê li dijî Hêzên Piştevaniya Lezgîn de çekên kîmyewî bi kar anîne. DYA’yê ji ber vê yekê biryar da ku dê cezayan li hikumetê bibire.

DYA: Hikumeta Sûdanê çekên kîmyewî bi kar anîne
24 gulan, 2025   14:39
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Karên Derve ya DYA’yê îdia kir ku hikumeta Sûdanê di şerê 2024’an de çekên kîmyewî li dijî Hêzên Piştevaniya Lezgîn bi kar anîne û da zanîn ku îsbatên vê yekê jî hene.

Wezaretê diyar kir ku ji ber destê hikumeta Sûdanê di bikaranîna çekên kîmyewî de heye, wê biryar daye ku cezayan li hikumetê bibire.

Berdevka Wezareta Karên Derve ya DYA’yê Tammy Bruce der barê mijarê de daxuyaniyek da û got: “Ceza ji sînordarkirinên li ser hinardekirina amerîkî bo Sûdanê û qedexekirina xetên krediyê yên hikumeta DYA’yê pêk tê."

Tammy Bruce anî ziman ku ceza dê 6’ê Hezîranê bikevin meriyetê.

Hikumeta Sûdanê tawanên DYA’ê yên li dijî wê red kirin û wek "îdiayên nerast û bêyî îsbat", her wiha wek "şantejeke siyasî ya giran" pênase kirin.

Berdevakê hikumeta Sûdanê Xalid El Lesir jî daxuyaniyek da û got: "Ev tawanên bêbingeh dihêle ku Washington baweriya xwe ya mayî ji dest bide, di heman demê de ji ber biryarên xwe yên yekalî û neheq deriyên xwe ji bo bandorê li Sûdanê bigire."

(bb)