Li Çadê 13 penaberên sûdanî ji birçînan mirin

Tora Bijîşkên Sûdanê ragihand ku di hefteya borî de 13 kes li kampa Gaga ya penaberên sûdanî ya li Çadê ji birçînan mirine.

Li Çadê 13 penaberên sûdanî ji birçînan mirin
24 gulan, 2025   14:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Tora Bijîşkên Sûdanê ragihand ku di hefteya borî de 13 kes li kampa Gaga ya penaberên sûdanî ya li Çadê ji birçînan mirine.

Torê li ser hesabê xwe yê Facebookê daxuyaniyek belav kir û ragihand: "Penaberên Sûdanê yên li kampa Gaga ya li Çadê, ji ber kêmbûna xwarin û dermanan, nexweşiyên ku ji ber xemsariya rêxistinên navneteweyî û mirovî belav dikin, êş û azaran dikişînin. Di hefteya borî de 13 kes ji birçînan mirin.”

Torê bang li Neteweyên Yekbûyî û rêxistinên navneteweyî kir ku erkên xwe pêk bînin û xwarinê ji kampa Gaga re ku 21 hezar sûdanî lê dijîn, peyda bikin.

(k)