Festîvala Firatê ya Wêjeyê dest pê dike
Yekemîn Festîvala Firatê ya Wêjeyê li kantona Reqayê tê lidarxistin. Festîval dê 3 rojan dewam bike û gelek rewşenbîr û nivîskarên ji deverên Sûriyeyê dê beşdar bibin.

Desteya Çandê ya Meclisa Rêveber a Kantona Reqayê îro li Navenda Çandê Yekemîn Festîvala Firatê ya Wêjeyî bi beşdariya komeke nivîskar, helbestvan û rewşenbîrên ji herêmên cuda yên Sûriyeyê li dar dixe.
Festîval dê saet di 19.00’an de li Salona Navenda Çandê ya Reqayê bê lidarxistin.
BERNAMEYA ROJA YEKEM
Di roja yekem a festîvalê de dê merasîma vekirinê were lidarxistin, nivîskarên ji Laziqiye, Hums, Şam, Qamişlo û Hesekê helbestan bixwînin, pêşangeha pirtûkan were vekirin. Di roja yekem de dê hejmarek helbestvan û nivîskarên ji Reqayê werin bibîranîn, wekî Mistefa El Belabil, Ebdulselam El Icêlî û Fewziya El Merî.
BERNAMEYA ROJA DUYEM
Di roja duyemîn de dê mêvan herin serdana Keleha Cebar. Danê êvarê dê helbest û çîrok bên xwendin.
BERNAMEYA ROJA SÊYEM
Di roja sêyemîn a festîvalê de mêvan dê serdana saziyên Rêveberiya Xweser bikin. Danê êvarê jî dê helbest û kurteçîrok bên xwendin. Festîval dê bi konsera Koma Çand û Hunerê ya Reqayê bi dawî bibe.
(k)