DYA: Danûstandin berdewam in

DYA'yê ragihand ku danûstandinên wê ligel Îranê dewam dikin. Lê medyaya Îranê ragihandin ku Tehranê plana Washingtonê ya bidawîkirina şer red dike.

DYA: Danûstandin berdewam in
25 adar, 2026   22:20
NAVENDA NÛÇEYAN

Tevî ku medyaya Îranê ragihand ku Tehranê plana Washingtonê ya bidawîkirina şer red dike, lê DYA'yê ragihand ku danûstandinên wê li gel Îranê dewam dikin.

 Sekretera Çapemeniyê ya Qesra Spî Carolyn Leavitt îro der barê mijarê de got: "Gotûbêj berdewam dikin û berhemdar in."

Carolyn Leavitt anî ziman ku di raporên medyayî yên têkildarî hûrguliyên plana Amerîkayê ya 15 xalî de hinek"hêmanên rastiyê" hene.

(bb)