Ji bo kêmkirina bandorên lehiyê tedbîrên awarte hatin girtin

Tîmên rewşên awarte bi armanca sivkirina zexta li ser çemê Xabûrê û kêmkirina lehiyê, kanala li beramberî pira Beyrûnî ya bajarê Hesekê vekir.

Ji bo kêmkirina bandorên lehiyê tedbîrên awarte hatin girtin
25 adar, 2026   22:54
HESEKÊ

Ji ber barana zêde ya hefteya borî, ava çemê Xabûrî rabû û gelek mal binav bûn. Lew ra nêzî 500 malên li qiraxa çemên Xabûr û Ceqceqê hatin tehliyekirin. Heyva Sor a Kurd jî alîkarî da mexdûrên lehiyê.

Tîmên rewşa awarte vê êvarî kanala li kêleka Pira Bîrûnî ya li ser pira rêya vegerê ya ku di sala 2022'an de hatiye çêkirin vekir da herikîna avê hêsan bikin û zexta li ser çemê Xabûr kêm bikin. Vekirina kanala nû bû sedema girtina rêya vegerê.

Pir bi armanca sivikkirina zexta li ser pira Beyrûtî ya têketina başûrê bajarê Hesekê hatibû avakirin.

(bb)