DYA: 13 caran êriş li leşkerên me hatin kirin

Rayedarekî DYA’yê da zanîn ku ji 17`ê Cotmehê ve li Sûriyeyê 3 caran û li Iraqê jî 10 caran êriş li leşkerên wan hatine kirin.

DYA: 13 caran êriş li leşkerên me hatin kirin
25 cotmeh, 2023   10:33
NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevkê Pentagonê Bat Ryder duh ji rojnamevanan re axivî û diyar kir ku hêzên wan ji 17`ê Cotmehê ve li Sûriyeyê 3 caran, li Iraqê jî 10 caran bi êrişan re rû bi rû mane. Ryder destnîşan kir ku derfeta hêzên wan ên li Rojhilata Navîn heye ku bersiva her êrişeke muhtemel bidin.

Bat Ryder her wiha da zanîn ku hêzên Hûsî jî hefteya borî ji Yemenê 4 moşek avêtine, lê moşekên wan hatine xistin.

(c)