Bavê rojnamevan şehîd Mistefa Şukrî wefat kir

Di encama qezayekê de bavê nûçegihanê şehîd Mistefa Şukrî, Mihemed Şukrî û neviya wî jiyana xwe ji dest da.

 Bavê rojnamevan şehîd Mistefa Şukrî wefat kir
25 cotmeh, 2023   10:18
NAVENDA NÛÇEYAN

Bavê nûçegihanê kanala Ronahî TV’yê şehîd Mistefa Şukrî, Mihemed Şukrî (70) û neviya xwe Nora Xelîl Şukrî (17) di qezayeke trafîkê de jiyana xwe ji dest da.

Li gorî malbata Mihemed Şukrî, duh dema Şukrî û neviya xwe ji Hesekê vedigerin Reqayê, li ser rêya El Ebyed a di navbera kantona Hesekê û Reqayê de qeza kiriye.

Malbata şehîd Mistefa Şukrî ya ji gundê Yabîse ku artêşa Tirk a dagirker beriya 4 salan dagir kiriye, li Reqayê bi cih bûye.

Nûçegihan Mistefa Şukrî di dema şopandina pêngava rizgarkirina Minbicê de sala 2016′an de şehîd bûbû.

(fr)

ANHA