DYAˊyê firotina çekan ji 2 dewletên Kendavê re qebûl kir

DYAˊyê digel aloziyên zêde yên herêmî û encamên şerê bi Îranê re girêbesteke firotina çekan a bi nirxa zêdetirî 16 milyar dolarî ji bo Îmarat û Kuwêtê qebûl kir.

DYAˊyê firotina çekan ji 2 dewletên Kendavê re qebûl kir
19 adar, 2026   20:17
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Ajansa France-Presse (AFP), Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) îro firotina çekan a bi nirxa 16.46 milyar dolarî bo Îmarat û Kuwêtê ku 2 dewletên Kendavê ne û zirarên mezin ji bandorên şerê bi Îranê re dîtine, qebûl kir.

Îranê bi êrişa mûşek û dronan a ku çend dewletên Kendavê hedef girtin, bersiv da êrişa hewayî ya dijwar a DYA-Îsraîlê ku di dawiya meha borî de dest pê kir.

(fr)