Girtina Tengava Hurmuzê xwarin û avê li Kendavê dixe tehdîdê

Li gorî analîzek Amerîkî, girtina Tengava Hurmuzê ji ber zêdebûna rageşiyê bi Îranê re gefê li krîzek xwarin û avê li Kendavê dixwe, dabînkirina girîng asteng dike û bihayên li herêmek ku hema hema bi tevahî bi derametê ve girêdayî ye bilind dike.

Girtina Tengava Hurmuzê xwarin û avê li Kendavê dixe tehdîdê
19 adar, 2026   21:06
NAVENDA NÛÇEYAN

Rapora kovara Amerîkî "The Atlantic" hişyarî da ku şerê berdewam bi Îranê re û girtina Tengava Hurmuzê dikare bibe sedema krîzek mirovî ya giran, ne tenê ji ber kêmbûna petrolê, lê di heman demê de ji ber kêmbûna xwarin û avê jî.

Welatên Kendavê ji ber avhewaya çolê hema hema bi tevahî xwe dispêrin dahata xwarinê, bi qasî ji seddî 85ˊê xwarina wan ji derveyî welat tê û piraniya van derametan di nav tengavê re derbas dibin. Bi kêmbûna trafîka barkirinê heta ji sedî 90, dabînkirin niha di bin gefê de ne û îhtîmal e ku biha zêde bibin.

Hikumetan dest bi karanîna rezervên stratejîk û lêgerîna rêyên alternatîf kirine, lê ev çareserî demkî ne. Hin welatan tenê rezervên têr ji bo çend mehan hene, ku her girtina dirêj dike gefek rasterast ji bo ewlehiya xwarinê ye.

Krîz bi herêmê ve sînordar nîn e. Li gorî analîzê, welatên Kendavê dabînkerê sereke yê pêkhateyên gubre (semad) ne. Astengiyên di hinardekirinê de bûne sedema zêdebûna bihayên gubreyan bi qasî ji sedî 25, ku dikare bandorê li hilberîna çandiniyê li seranserê cîhanê bike, nemaze li welatên ku bi giranî bi van têketinan ve girêdayî ne, wekî Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA).

Ezmûnên berê, wekî krîza genim piştî êrişên Rûsyayê li dijî Ukraynayê di 2022ˊyan de, lawaziya zincîrên dabînkirina xwarinê yên cîhanê nîşan daye, ku di encamê de bihayên rekord bilind û bêîstîqrariya bazarê çêbûne.

Rîskek din a girîng hedefgirtina santralên şêrînkirina avê ye ku çavkaniya sereke ya ava vexwarinê li Kendavê ye. Her zirara li van santralan dikare krîzê girantir bike û bi mîlyonan kesan tehdît bike.

Tevî veberhênanên welatên Kendavê di çandiniya nûjen û kirîna erdên çandiniyê yên li derveyî welêt de, ev çareserî hîn jî girêdayî berdewama veguhastina deryayî ne. Bi têkçûna barkirinê re, lawaziya vê modelê derdikeve holê.

Kovar destnîşan dike ku girtina dirêj a Tengava Hurmuzê dikare herêmê - û dibe ku cîhanê - ber bi krîzek xwarin û avê ve bibe.

(fr)