Bi merasîmek heybet xelkê Hesekê sê şehîd oxir kirin

Bi merasîmeke heybet xelkê Hesekê şehîd Mihêdî Salih El Ugla, Îsa Elî Osman û şehîd Mihemed Xemîs El Hemam oixir kirin û hat gotin ku ew ê li ser şopa şehîdên xwe bin û armancên wan pêk bînin.

3 hezîran, 2025   21:16
HESEKÊ

Ji bo endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd Mihêdî Salih El Ugla, Îsa Elî Osman ku di 1'ê Hezîrana 2025’an de li ser rêya Hesekê - Reqayê, di encama êrişa çeteyên DAÎŞ'ê de şehîd bûbûn, her wiha  ji bo endamê Hêzên Komandosê yên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) şehîd Mihemed Xemîs El Hemam ku di 25'ê Gulana 2025’an de li Bendava Tişrînê şehîd bûbû, li Pakrewangeha Şehîd Dijwar a gundê Dawûdiyê ya Hesekê merasîmek hat lidarxistin.

Di merasîmê de endamên Meclisa Malbatên Şehîdan, endamên sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser, Meclisa Leşkerî, Hêzên Ewlekariya Hindirîn amade bûn.

Piştî deqeyek rêzgirtinê, endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Ehmed Herêz axivî.

Ehmed Herêz piştî sersaxî da malbatên şehîdan diyar kir ku her şehîdek ji bo azadiya welat fedakarî kiriye û got ew bejna xwe li hember rastiya şehîdan ditewînin.

Herêz di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku ew di şexsê hemû şehîdên ku di oxira azadiya welat de canê xwe feda kirin de, van şehîdan bi bîr tînin û bi serbilindî oxir dikin.

Endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Kantona Cizîrê Ciwan El Ehmed diyar kir ku wan her sê şehîdan ji bo azadiya welat canê xwe feda kirine û got: "Em şehîdên xwe ji bîr nakin û em ê armancên wan pêk bînin."

Endamê Kongreya Îslama Demokratîk Şêx Nasir Cinêd jî destnîşan kir ku ew bi saya şehîdan digihîjin wateya jiyanê û xweşbûna cîhanê.

Piştî axaftinan wesîqeyên şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên şehîdan hatin kirin.

Dûre hevrêyên şehîdan darbestên wan hilgirtin û bi diruşmên şehîd namirin spartin axê.

(bm/fr)

ANHA