Dr. El Îmam: Banga Ocalan ji bo aştiyê guhertineke bingehîn e

Dr. Mihemed Rifat El Îmam destnîşan kir ku banga Rêber Abdullah Ocalan a ji bo aştiyê guhertineke dîrokî û bingehîn e û îsbat dike ku PKK’ê her tim banga aştiyê kiriye.

Dr. El Îmam: Banga Ocalan ji bo aştiyê guhertineke bingehîn e
6 adar, 2025   05:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Di 27’ê Sibatê de Rêber Abdullah Ocalan banga dîrokî ya aştî û demokrasiyê kir, piştî wê jî Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) agirbest ragihand û piştgirî da pêvajoya aştiyê.

Mamosteyê dîroka nûjen ê Zanîngeha Damanhour a Misirê Dr. Mihemed Rifat El Îmam li ser vê mijarê ji ajansa me re axivî û got: "Banga Aştî û Civaka Demokratîk ku ji aliyê têkoşerê siyasî û bîrmendê navneteweyî Abdullah Ocalan ve hatiye kirin, di projeya aştiyê de guherîneke dîrokî ye.”

El Îmam wiha dewam kir: "Di rastî de zîhniyeta şovenîst a tundrew a Tirk de astengiya herî sereke bû li pêşiya çareseriya pirsgirêka Kurd û ya ku ji rejîma Tirk tê hêvîkirin ew e ku gavên pratîk ên rast û durist biavêje.”

Dr. El Îmam got: "Têkoşer û bîrmend Abdullah Ocalan bi nermbûna pirojeya xwe ya ji bo aştiya Rojhilata Navîn tê nasîn. Niha ew di wê baweryê de ye ku şerê çekdarî rola xwe pêk aniye û banga rêyeke alternatîf a aştî û civaka demokratîk kir. "

El Îman wiha pê de çû: “Yek ji ramanên nerm ên Abdullah Ocalan ew e ku li şûna daxwazên neteweyî yên Kurda modela civaka demokratîk pêşniyar kir. Bi vê yekê ramyarê pispor Abdullah Ocalan avakirina dewleteke neteweyî ya Kurd, federasyon an jî otonomî red kir. Jixwe tu di navbera rêbaza neteweya demokratîk û civaka demokratîk de tu cudahî tune, ev konsept piştgirîya hevkariya di navbera pêkhateyên cuda yên etnîk û olî de dike, bêyî ku statu yan pergalên cudaxwaz bêne avakirin. "

El Îmam der barê der barê helwestên dewleta Tirk de metirsiya xwe anî ziman: "Bi îhtîmaleke mezin û li gorî tecrubeyên dîrokî yên berê, dewleta kûr dê bibe sedema têkçûna vê însiyatîfa aştiyane, bi taybetî ku destûra niha ya Tirkiyeyê li ser bingeha hizra neteweperestiya Tirkan hatiye danîn û bingeha dewletê ye, ev tê wê wateyê ku her guhertineke destûrê dikare bi tundî ji aliyê tevgera îslamî û hereketa neteweperest ve were astengkirin. "

Dr. Mihmed Rifat El Îmam wiha lê zêde kir: "Guman nîn e ku ji bo banga Abdullah Ocalan a aştiyê pêdivî bi guhertina detûra Tirkiyeyê heye ku mafên Kurdan biçesipîne, wek mînak bikaranîna zimanê kurdî di perwerde û medyaya fermî de, vekirina qada siyasî bo partiyên kurdî ji bo beşdarbûna siyasî û ev partî bi tawanên terorîzmê neyên girtin, her wiha formuleke herêmî were avakirin ku Kurd bêyî ku ji dewletê cuda bibin, xwe bi rê ve bibin.”

(k)

ANHA