Çalakvana ji Mexribê: Divê sûd ji ezmûna Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bê girtin

Çalakvana hiqûqî ya ji Mexribê Xedîce El Riyadî ezmûna li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wek modela birêxistinkirina civaka demokratîk ji bo Sûriyeya nû nirxand û bang li tevahî jinên sûriyeyî kir ku sûdê ji vê ezmûnê wergirin.

Çalakvana ji Mexribê: Divê sûd ji ezmûna Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bê girtin
6 adar, 2025   07:20
NAVENDA NÛÇEYAN

Çalakvana mafên mirovan a ji Mexribê (Fas) Xedîce El Riyadî bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê rewşa jinên Rojhilata Navîn, bi taybetî jinên Sûriyeyê, ji ajansa me re nirxand.

Xedîce El Riyadî di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser berdêlên ku jinên Rojhilata Navîn dane û got: "Li Rojhilata Navîn jinan hem di bin siya pergalên destpotîk de, hem jî di bin desthilata komên tundraw de û hem jî di dema şer û pevçûnên çekdar de berdêlên gelekî mezin dan. Gelek ji wan heya niha berdêlên mezin didin, wekî jinên filistînî ku li hemberî şerê qirkirina komî yê li dijî gelê wê efsaneyên sekin û berxwedanê raber kirin.”

Xedîce El Riyadî der barê jinên sûriyeyî de jî bi bîr xist ku rewşa jinên sûriyeyî ne kêmî ya filistinî ye û wiha domand: "Wek beşeke gelê Sûriyeyê jinan ji ber pergala despotîk û dîktator êş kişandine. Li dijî jinên sûriyeyî binpêkirin û sûc hatin kirin û ji ber şer û pevçûnên li welat neçar man koçber bibin.”

‘KETINA BEŞAR ESED NAYÊ WATEYA RÛXANDNINA DÎKTATORIYÊ’

Xedîce El Riyadî îşaret pê kir ku rûxandina rejîma Beşar Esed di Kanûna 2024’an de nayê wê wateyê ku dîktatorî teqez hilweşiyaye û diyar kir ku qonaxa avakirinê ji serdema şer û pevçûnan kêmtir nîn e.

Der barê pêvajoya derbasbûnê de jî Xedîceyê wiha got: "Di pêvajoya derbasbûnê de beşdariya xurt û birêxistinkirî ya jinan hewce dike ku di çarçoveya lihevhatinên siyasî yên di navbera aliyan de mafên wan nekin qurbanî. Nemaze dema ku xwediyên hêzê xwedî meyleke paşverû bin ku ne bi wekhevî û ne jî bi rola jinan di avakirina aşitiyê de bawer dikin. Ev yek jî tevgera femînîst a li Sûriyeyê li pêşberî arişeyan rû bi rû dihêle. Ev arîşe li ser jinan ferz dike ku hevbendiyên pêwîst ava bikin û seferber bibin. Di heman demê de beşdariyeke bihêz û avakirina stratejiyên têkoşînê yên têrker ferz dike ku daxwazên jinan bi cidiyet werin nirxandin.”

Xedîce El Riyadî bi bîr xist ku tevgerên jinan ên li Sûriyeyê gelek beyanname û daxwazên gelekî girîng pêşkêş kirin û got: "Ev beyanname siberoja jinan bi demokratîkbûnê ve girê didin û teqez dikin ku divê guhertinên bingehîn di pêkhatina pergala Sûriyeyê de çêbin û dewleteke demokratîk a pirreng were avakirin.”

Xedîceyê anî ziman ku temsîliyeta jinan di saziyên siyasî de mijareke bingehîn e û got: "Ji bilî jinan bi xwe tu kes berjewendiyên wan naparêze. Girêdana jinan bi çareseriyên aştiyane û siyasî ji hemû pirsgirêkan vebijêrka stratejîk e, ji bo ku welat ji şer û pevçûnên çekdarî dûr bixin. Daxwaza jinan a edaleta dema derbasbûnê jî daxwazeke hiqûqî ya bingehîn e, ji ber ku ji bo derbasbûna siyasî ya ber bi demokrasî, dewleta medenî ya li gorî pîvanên dewleta maf û qanûnê ve, pêvajoyeke girîng e. Edaleta derbasbûnê ya çalak ew e ku li ser esasê edalet, hesabpirsîna ji kesên ku li dijî gelê Sûriyeyê sûc kirine, ava dibe. Ji bo serkeftina vê jî pêwîstî bi rêkeftinekê li ser destûrekê heye ku serweriya temam a gelê Sûriyeyê, cudakirina erkan, garantîkirina mafê çarenûsê, yekitiya axa wan û serxwebûna wan ji hêzên derve destnîşan bike."

Xedîce El Riyadî got: "Jinên sûriyeyî xwedî ezmûneke dirêj a têkoşîna ji bo demokrasî, mafên mirovan, beşdariya bibandor a jinan di hemû warên jiyanê de, ji bo yasayên ku cihêkariyê qedexe dikin û rûmet û hemwelatîbûna tam ji jinan re garantî dike."

Xedîceyê têkildarî rola jinên Sûriyê ya di qonaxa nû de û rêyên garantîkirina mafên xwe jî ev tişt got: "Jin dikarin tevlêbûna xwe ya di avakirina aştiyê de ferz bikin. Divê jin pêkanîna hevbendiyên nîştimanî, herêmî û navneteweyî yên berfireh, ji bo pêkanîna armancên biryara Konseya Ewlekariyê ya NY’yê ya 1325 ’an  kar bikin, ku teqeziyê li ser vê yekê dike ku bêyî beşdariya jinan aştî ava nabe. Armanc dewletek sivîl, demokratîk, dewletek welatîbûn û serweriya hiqûqê ye, ku bi destûrek demokratîk û qanûn û saziyên girêdayî wê ve were xurtkirin, anku dewletek dadperwer e ku mafên hemû hemwelatiyên xwe, jin û mêr, bê ferq û cudahî mîsoger bike."

Xedîce têkildarî rêyên mîsogerkirina siberoja jinên sûriyeyî ev nirxandin kir " Ji bo mîsogerkirina siberojeke baştir ji jinan re îslah û rêbazên perwerde û hînkirinê hewce dikin. Ev jî dihêle ku jin bibe wesîleya belavkirina ramana vekirî, aqilane û perwerdekirina li ser nirxên gerdûnî yên mirovî. Her wiha divê saziyên olî ji çalakiyên hizbî û siyasî werin rûxistin. Ji bo danîna siyaseteke çandî heye  ku rêzê li cihêrengiya çandên gelê Sûriyeyî bigire, çanda diyalogê, piralîbûnê, birêvebirina aştiyane û demokratîk a cudahiyan re bigire.”

‘DIVÊ TECRUBEYA BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYÊ WERE XURTKIRIN’

Çalakvana mafên mirovan Xedîce El Riyadî di dawiya axaftina xwe de bang li jinên sûriyeyî kir ku xwe bi rêxistin bikin û ji ezmûnên jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê sûdê wergirin û wiha got: “Jinên sûriyeyî ne tenê di warê têkoşîn û rêxistinbûnê de, di heman demê de di warê bidestxistina destkeftiyên berçav ji bo jinan de xwedî ezmûnên girîng in. Ezmûna pêşeng a jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku ku di ware zagonî, siyasî û aborî de destkeftî bi dest xistine ji bo tevahî jinan ezmûneke pêşketî. Divê ev ezmûn were parastin û xurtkirin. Dibe ku ev ezmûn di asta qanûnî, siyasî û sazî de jî bibe referans ji bo avakirina modeleke rêxistina civaka demokratîk ji bo Sûriyeya nû, ku tê de mafên jinan di bingeha projeya nû ya civakî de mîsoger in."

(bb)

ANHA