Dorpêçkirina Kobanê didome, rewşa mirovî girantir dibe

Ji ber dorpêça giran a li ser Kobanê rewşa mirovî her ku diçe girantir dibe. Qedexeya derbaskirina alîkariyên mirovî û bêdengiya mirovî li hemberî dorpêçê dewam dikin.

Dorpêçkirina Kobanê didome, rewşa mirovî girantir dibe
4 sibat, 2026   10:07
KOBANÊ

Komên hikumeta demkî ya Sûriyeyê 16 roj e dorpêçeke giran daniye ser bajarê Kobanê û xetere li ser jiyana zêdetirî 600 hezar mirovî heye. Bi taybetî derman nayên peydakirin, şîrê zarokan û xurek li bazaran gelekî kêm bûne. Ji ber qutbûna elektrîkê beşên nexweşxaneyan sekinîn û madeyên sotemeniyê û pêdiviyên din ên jiyanî jî nayên peydakirin.

Li gorî lihevkirina 30’ê Çileyê ya di navbera QSD û hikumeta demkî de ku 2'yê Sibatê 2026'an bi pratîkî dest pê kir, divê dorpêça li ser Kobanê hatiba rakirin, lê dewam dike.

Li aliyekî din dewleta Tirk a dagirker rê nade alîkariyên mirovî yên ku gelê Bakurê Kurdistanê amade kirine, derbasî Kobanê bibin.

(b)