Doza Filistînê di navbera Hemas û ajandeyên herêmî de - HÊVÎDAR XALID

Doza Filistînê di navbera Hemas û ajandeyên herêmî de - HÊVÎDAR XALID
10 ÇILE 2024   06:40

Piştî êrişa 7`ê Cotmehê ya Hemasê ya li dijî mêtingehên Îsraîlê yên li Xezayê, herêm derbasî pêvajoyeke nû ya aloziyan bû. Nakokî û aloziyên herêmî yên piştî êrişê çêbûne, taybetmendiyên cuda û bergehên cuda jê re çêbûn. Her ku çûn bi lez li dewletên derdorê, ji Lubnanê bigire heta bigihêje Sûriye, Iraq û heta Deryaya Sor, firehtir bûn.

Lubnan veguherî qadeke vekirî ji êrişên di navbera Hizbullah û Îsraîlê de, balafirgehên Sûriyeyê jî bûne armancên  êrişên Îsraîlê ku navend û berjewendiyên Îranê yên Îsraîlê dike hedef.

Li Iraqê jî, baregehên Amerîkayê ji aliyê komên alîgirên Îranê ve têne hedefgirtin. Ne tenê ev, lê belê ajandeyên Îranê yên li herêmê, dest bi tevgerê kir. Hûsiyan keştiyên bazirganiyê yên li Deryaya Sor bombebaran dikin ku rewş xirabtir kir û rê li pêşiya firehbûna şer vekir. Helbet her kes li pey berjewendî û parastina hegemonyaya xwe ye.

Li gorî analîzvan û pisporan, piştî êrişa 7`ê Cotmehê pêvajoyeke nû dest pê kir ku ji ya berê cudatir e.

Dane û geşedanên siyasî xuya dikin ku ihtîmal heye şer li herêmên din ên Rojhilata Navîn belav bibe, ji ber ku şer rastiyên siyasî bi şêwazekê diguhere ku kes nikare wan pêşbîn bike.

Hemasê bi piştgiriya aliyên herêmî wek Tirkiye û Îranê 7`ê Cotmeha 2023’yan li hember normalîzekirinê bi taybet di navbera Îsraîl û Siûdiye de, êrişî mêtingehên Îsraîlê kir. Ji ber wê her duyan piştgiriya Hemasê di aliyê siyasî û leşkerî û heta malî de kir ji bo ku êriş bike. Lê ev êriş zirar bi doza Filistîn û gelê wê kir û encamên nepêşbînkirî bi xwe re anîn.

Gelek dewletên rojavayî û ewropî, piştevaniya gelê Filistîn û doza wî dikir. Her tim daxwaz dikirin ku doza wî çareser bibe û di qadên navneteweyî de bê nîqaşkirin. Ji ber ku doza filistîn û têkoşîna dîrokî ya Filistînê di qadên navneteweyî de, cihekî taybet stendiye. Lê belê piştî 7`ê Cotmehê, helwestên navneteweyî yên berê hatin guhertin û her kes piştgiriya Îsraîlê kir. Ji ber wê, komkujiyên li dijî filistîniyan rojane tên kirin, weka berê êdî bala cîhana rojavayî nakişîne.

Tevgera Hemasê ya îxwanî ku di 16 salan de xirabî li Xezayê belav kir. Bi vê êrişa xwe ya dawîn, xizmetek ji ajandeyên hin dewletên herêmî re pêşkêş kir. Têkoşîna gelê Filistînê bi paş xist. Ji bilî wêraniyê tiştek ji filistîniyan re neanî. Xeza kir goristaneke mezin û li cîhanê bû cihê herî kavil. Lê Hemas wisa diaxive ku têkiliya wê bi tiştekî û wêrankirina Xezayê tune ye û ne sedema sereke ya felaketa bi serê filistîniyan hatiye.

Di rastiyê de Hemas zirareke mezin li doza Filistînê kir ku rewabûneke navneteweyî wergirtibû. Hemas ji 1987`an ve zirarê dide têkoşîna gelê Filistînê. Yek ji tevgerên ku bi fikr û çek li hember Rêxistina Rizgariyê ya Filistînê ya ku nûnerê rewa û yekane yê gelê Filistînê ye, derketiye.

Bi destpêkirina 2024`n, Îsraîl xwe d inava operasyoneke berfireh a leşkerî de li Xezayê dît, armanca wê jihevxistin û tunekirina Hemasê ye. Lê xuyaye ev operasyon di demeke nêz de bi dawî nabe. Dane û geşedanên li erdê, nîşan nadin ku ev şerê girêk û yê destê gelek aliyên navneteweyî û herêmî tê de heye, di demeke zû de b dawî bibe. Ji ber ku niha alozî girêk e û gelek rûyên wê hene. Çareseriyên rasterast ne pêkan in. Bê guman, stratejî û planên leşkerî bi aştiyeke daîm tacîdar nabin. Bi rastî, niha tê xwestin ku rêveberên siyasî hebin ku xwedî têgihiştin bin û têkildarî pêşerojê û avakirina rêgezeke hevseng ku pêdivî û mafên her du civakan diparêze, xwedî nêrîn bin.

Serokên dewletên ereban û yên herêmî doza Filistînê dixin bazarên xwe. Mîna Qeterê ku bi milyaran dolaran dide Hemasê û wê bi çek dike. Îran jî desteka leşkerî dide Hemasê. Erdoganê ku qaşo li ser gelê Filistînê rondikên timsahan dibarîne, di bin û li ser masayê de lihevkirinên bazirganiyê bi Îsraîlê îmze dike. Amûrên leşkerî û madeyên xwarinê û tenduristiyê ji dostê xwe Netanyahu re şandin. Li gel ku gelê Filistînê di aloziyeke aborî ya rastîn re rû bi rû ye û karesateke mirovî ku mîna wê di serdema nû de çênebûye, dijî ku ji ber şerê Hemas û Îsraîlê, zirarên mezin li binesaziya Xezayê hatiye, nexweşxane hatine girtin.

Doza Filistînê, rewa û adil e û dîrokî ye. Her wiha doza gelê Kurd jî adil e. Gelê Filistînê berxwedêr e. Gel Cihû jî kevnar e û ji hezaran salan ve li herêmê ye. Ji ber wê divê bi hev re li ser vê axa dîrokî li gor rêgezeke demokratîk bijîn. Ev çareseriya herî guncew a dozên her du gelan e.

Divê gelê Filistînê baş fêm bike ku Hemas, nikare wî û doza wî biparêze. Divê gelê Cihu jî nas bike ku planên Netanyahu nikarin wî biparêzin. Ji ber wê, çareseriya herî baş û ji bo ku her du gelan ji komkujiyan xilas bikin, biratiya gelan û jiyana hevbeş e. Çareserî di modeleke nû de nixumandî ye, ne netewdewleta şofanîst yan jî olperestî yan jî mezhebperestî, înkarkirin û siyasetên qirkirina gelên resen, koçberkirina wan e. Hewldanên mezin hene ku gelê Filistînê ji erdê wî derxin, divê her kes li hember van siyasetan û planan bisekine. Ji berk u tenê wêraniyê û şer tînin herêmê, aloziyên mezhebî û nijadî girêktir dikin ku berhema netewdewletê ye.

Helbet, wê encamên şerê niha berdewam hebin. Wê bandor li gelên ji bo gelên xwe yên rewa û dozên xwe yên adil tê dikoşin, bike, mîna gelê Filistîn û Kurd. Heke li hember komkujiyên li dijî gelê Filistînê neyê sekinandin, wê ev plan û senaryo wê li dijî gelên din jî dubare bibin.

(şx)