3 mehên pêngava azadiyê

Di 3 mehan de li çar aliyê cîhanê bi sedan çalakî û bernameyan azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û çareseriya pirsgirêka Kurd hîn zêdetir ket rojeva rêxistin, saziyên sivîl, parlamento, rewşenbîr û rojnamevanan.

3 mehên pêngava azadiyê
10 ÇILE, 2024   02:36
NAVENDA NÛÇEYAN 
CÎHAN BÎLGÎN

 Ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û çareseriya Pirsgirêka Kurd di 10’ê Cotmeha 2023`yan de, pêngava navneteweyî ya bi navê “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî” hat destpêkirin. Pêngava ku li 74 navendên cîhanê hat destpêkirin, li 105 navendên cûda berdewam dike.

Di çarçoveya pêngava ku 3 meh li pey xwe hiştin de ji bilî Kurdistan li 31 welatên parzemînên Asya, Ewropa, Amerîkaya Başûr, Amerîkaya Bakur û Afrîkayê bi beşadariya sedan saziyan çalakiyên wekî; meş, daxuyanî, panel, konferans, komxebat, civîn, konvedan, rojên xwedina pirtêkên Rêber Abdullah Ocalan hatin lidarxistin.

Me çalakiyên 3 mehên pêngavê yên derketine pêş û bandor çêkirine berhev kirin.

BAKURÊ KURDISTANÊ Û TIRKIYEYÊ

Di 28’ê Cotmeha 2023`yan li Stenbolê rojnamevan, hunermend, nivîskar, siyasetmedar û rewşenbîr di nav de 78 kesan de deklarasyona “Banga Aştiyê” aşkera kir. Di deklarasyonê de hate xwestin ku tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan bi dawî bibe û pirsgirêka Kurd bi awayekî demokratîk were çareserkirin. 

Li Amedê 172 sazî û dezgehên ku rêxistinên sivîl ên civakî û partiyên siyasî di nav de di 29’ê Cotmeha 2023`yan de bi dirûşma “Ji niha ber bi pêşerojê ve banga azadiyê” deklarasyon aşkerakirin. 

Hevserokên Giştî yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari, Tûncer Bakirhan û parlamenterên wê bi daxwaza hevdîtina bi Rêber Abdullah Ocalan serî li Wezareta Dadê dan.

Ji Colemêrgê heta Edîrneyê bi tevlibûna deh hezaran kesan li Stenbol û Amedê di 18-19’ê Mijdara 2023`yan de Meşa Gemlîkê hate lidarxistin. Tevî hemû astengî û êrişan meş bi daxwaza azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd hate kirin.

Li 106 girtîgehên Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê de girtiyan bi daxwaza azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan di 27’ê Mijdara 2023`yan de dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin. Bi armanca piştgiriya çalakiya girtiyan ji aliyê malbatên girtiyan ve li gelek bajaran çalakiyên Nobeta Edaletê hatin destpêkirin.

Komeleya Mafên Mirovan bi daxwaza şandeyekê bişîne Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê di 29’ê Mijdara 2023`yan de serî li Wezareta Dadê da.

Şandeya Delegasyona Jinan a Navneteweyî ya ji 7 kesan pêk dihat û di nav de hiqûqnas, parlamenter, ekolojîst, nûnerên saziyên civaka sivîl ên welatên cuda Ewropayê cihdigirtin di 9’ê Kanûna 2023`yan de serdana Tirkiyeyê kirin. Şandeya ku serdana parêzerên Rêber Abdullah Ocalan jî kir dê rapora xwe ya têkildarî agahî negirtina ji Îmraliyê û tecrîdê pêşkeşî saziyên navneteweyî yên weke CPT, NY, Konseya Ewropayê bike.

7’ê Çileya 2024’an 564 kesên ku nivîskar, hunermend û rewşenbîr li Amed û Stenbolê deklarasyona “Em ji aştiyê re bibin deng” aşkera kirin. Di deklarasyonê de bang hate kirin ku divê tecrîda li Îmraliyê bê bidawîkirin û rêyên diyalogê bên vekirin.

BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYEYÊ

14′ê Cotmeha 2023`yan Înîsiyatîfa Gel a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, endamên Rêveberiya Xweser, rêveber û endamên rêxistinên sivîl, civakî, partiyên siyasî, rûspiyên eşîrên Kurd û Ereb, Kongra Star, rêxistinên jin û ciwanan, TEV-DEM û bi sedan kes beşdarî pêngavê bûn.

14`ê Cotmehê, 28 rewşenbîr, hunermend, siyasetmedar û akademîsyenên Ereb bi daxuyaniyekê tev li pêngava cîhanî bûn.

Bi diruşma ′Binpêkirina zagona navneteweyî ya der barê doza Rêber Abdullah Ocalan de û maf di edaletê de′ Konferansa Yekemîn a Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê li Reqayê di 10’ê Kanûna 2023`yan hate lidarxistin.

Însiyatîfa Gel a Bakur û Rojhilatê Sûrieyeyê di 17`ê Cotmeha 2023`yan de yekemîn konê çalakiyê li Qamişlo hat vedan, paşê li Hesekê, Amûdê, Dêrîk, Reqa, Minbic, Kobanê, Girgelegê, Dirbesiyê, Hol, Şehpa, Tebqa, Til Hemîs berdewam kir.

Di 11`ê Kanûna 2023`yan de bi pêşengtiya însiyatifa Gel a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yekemîn li bajarê Dêrikê greva birçîbûne a dorveger destpê  pêk. Paşê li Qamişlo, Amûdê, Girkê Legê, Til Hemîs, Hol, Şehba, Hesekê, Tebqa, Dirbesiyê û Kobanê berdewam kir.

Di 14`ê Mijdara 2023`yan de Meclisa Kombûna Zenûbiyayê bi dirûşma "Bi rihê neteweya demokratîk em ji bo bidestxistina azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan dimeşin", komxebata jinan li bajarê Reqayê bi beşdarbûna 250 delegeyan dest pê kir.

29`ê Mijdara 2023`yan Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyeyê meşa dirêj a di 3 rojan de 100 kîlometre qut kir ji yarîgeha 12'ê Adarê ya Qamişlo heta Dêrikê pêk hat.

Înîsîyatîfa Parêzerên Sûriyeyê Ji Bo Parastina Rêber Abdullah Ocalan, di dawiya meha Mijdarê û destpêka Kanûnê 2023’an de hezar û 25 îmze ku ji parêzeran kom kirin ji Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî re şandin.

Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê û bi hevkariya Însiyatîfa Parêzeran a Parastina Rêber Abdullah Ocalan, Yekitiya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gelek peyam ji 11 rêxistinên navneteweyî û cîhanî şandin. Di peyamê e bang li wan rêxistinan hate kirin ku bi rola xwe li hember Rêber Abdullah Ocalan rabin û azadiya wî ya fîzîkî pêk bînin.

BAŞÛRÊ KURDISTANÊ

14`ê Cotmehê li Silêmaniyê siyasetmedar, akademisyen, rewşenbîr û çalakgerên civaka sivîl bi daxuyaniya çapemeniyê xwedî li pêngavê derketin.

Hemû sazî û dezgehên Şengalê, pêkhateya Ereb û civaka Êzidî, li gel PADÊ, TAJÊ û Tevgerên ciwanan bi pêşengiya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Şengalê di 21`ê Cotmeha 2023`yan bi daxuyaniyeke hevpar ragihandin ku tev li pêngavê bûn.

22`yê Cotmehê şêniyên wargeha penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) û Meclisa Îştar beşdarbûna xwe ji pêngavê re ragihand.

Komela Jinên Azad ên Rojhilatê Kurdistanê (KJAR), Rêxistina Jinên Azad ên Kurdistanê (RJAK) di 17`ê Cotmeha 2023`yan tev li pêngavê bûn.

Di 28’ê Cotemhê de li Şengalê, 18`ê Mijdarê li Mexmûrê, 23`yê Kanûna 2023`yan de li bajarê Silêmaniyê meşên girseyî di çarçoveya pêngavê de hatin lidarxistin.

Di 5`ê Çileya 2024`an de li bajarê Silêmaniyê pêngava xwendina pirtûkê Rêber Abdullah Ocalan hate destpêkirin.

CÎHAN - EWROPA

10`ê Cotmeha 2023`yan yek ji mezintirîn sendîkayên Brîtanyayê Unite The Union tev li pêngavê bû.

Li bajarê Luzern ê Swîsreyê di 3’yê Mijdara 2023`yan de çalakiya “zincîra mirovan” hate lidarxistin. 

Di 10’ê Kanûna 2023`yan de li 160 navendan bi navê “Roja Xwendina Pirtûkên Ocalan a Cîhanê” çalakiya rojên xwendina pirtûkên Rêber Abdullah Ocalan hate lidarxistin.

16’ê Cotmehê li bajarê Chennaî yê girêdayî Hindîstanê gelek saziyên Tamîlî piştgirî da pêngavê.

Li bajarê Marsîlya yê Fransayê ciwanên Kurd ji bo bal bikişînin ser tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan, di keştiyekê de çalakî li dar xist.

2`yê Mijdarê Yekemîn Konferansa Ciwanan a Cîhanê ji aliyê 95 sazî û tevgerên ciwanan ve li Parîsê dest pê kir û 3 rojan dom kir. Ciwanan piştgirî da pêngavê.

8`ê Mijdarê bi munasebeta salvegera çûyîna Rêber Abdullah Ocalan a li Îtalyayê, li Parlementoya Îtalyayê bi sernavê “Li Tirkiyeyê Mafên Siyasî û Doza Abdullah Ocalan” civîna çapemeniyê hat lidarxistin. Di civînê de hate goitn, ji bo rakirina tecrîdê û mîsogerkirina azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan divê Îtalya erkên xwe bi cih bîne.

Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ), Jin ên Ciwan ên Têkoşer (TekoJIN) û tevgerên ciwanan ên enternasyonalîst wê di 11 û 12'ê Mijdara 2023`yan li 13 bajarên Ewropayê meşiyan.

Li Lozanê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (CDK) û endamên Meclîsa Jin a Lajîn li qada ê St. Laurent a Lozanê her hefte standa agahdarî vedibe. Li standê banga hişyarkirina gel tê kirin û pirtûk tên belavkirin.

Bi mûnasebeta sersalê li Îngiltere 20 hezar qertepost li mal û cihên kar hatin belavkirin.

Li Meksîkayê endamên Kolektîfa Mujeres Colibri paradîgmaya Konfederalîzma Demokratîk nîqaş kirin û straneke gelêrî ya gelê Abya Yala diyarî Rêber Abdullah Ocalan kirin.

Meclisa Jinan a Dest Dan û Meclîsa Kurdên Azad (Nav Berlîn) 15`ê Kanûna 2023`yan li meydana Potsdamerplatzê ya Berlînê ji bo Rêber Abdullah Ocalan kon vedan û belavok belav kirin.

Li Girtîgeha ya Koçberan a li Xantha Yunanîstanê di 15`ê Kanûna 2023`an de penaberên Kurd Mehmet Bîlgeç, Mahmut Guler, Gokhan Dogubey, Welat Kaya, Ramazan Tekmen, Şukru Ozturk û Murat Şahîn dest bi greva birçîbûnê ya dewreyî kirin.

Di 16 Kanûna 2023`an de li ser banga Navenda Civaka Kurd a Demokratîk (DKTM) li Meydana Tracadero ya paytexta Fransa Parîsê xwepêşandana "Mirovê rawestayî" hat lidarxistin.

Di 8`ê Çileya 2024`an de li Ewropayê ji bo kartpostalan bişînin Îmraliyê kampanya hate destpêkirin.

ANHA