Dosyaya desteserkirina erdên Kurdan tê nîqaşkirin

Komîteyên entegrasyona demokratîk li ser dosyaya desteserkirina erdên Kurdan di projeya Kembera Erebî û serjimariya awarte de, nîqaş dikin.

Dosyaya desteserkirina erdên Kurdan tê nîqaşkirin
12 gulan, 2026   06:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyên taybet agahî dan ajansa me ku komîteyên entegrasyona demokratîk ên pêkanîna Peymana 29`ê Çileyê dişopînin, gelek civîn têkildarî desteserkirina erdên Kurdan li dar xistine. Di civînan de dosyayên hiqûqî yên girêdayî Kembera Erebî û serjimariya awarte yên sala 1962`yan nîqaş dikin. 

Li gorî çavkaniyan di civînan de hate nîqaşkirin ku biryarên qanûnî û îdarî yên projeya Kembera Erebî werin betalkirin.

Di salên 1970’yî de li herêma Cizîrê û li ser xeta sînor destê xwe danîn ser erdên Kurdan û malbatên Ereb li herêma Cizîrê bi cih kirin. Piştî ku entegrasyona demokratîk dest pê kir, niha tê nîqaşkirin ku ev dosyaya qanûnî çareser bibe û erdên Kurdan li wan vegerînin.

Welatiyên Kurd ên ku di Kembera Erebî de destê xwe danîn ser erdên wan, dikarin di aliyê qanûnî û hiqûqî de vê yekê belge bikin û daxwaza erdên xwe bikin. Nîqaş li ser mekanîzmaya vegerandina erdên Kurdan û çareserkirina vê pirsgirêkê berdewam dikin.

Îsal Biryarnameya 13`an ji aliyê serokê hikumeta demkî Ehmed El Şara ve hate derxistin. Di biryarnameyê de behsa serjimariya awarta ya parêzgeha Hesekê ku sala 1962`yan pêk hatibû, tê kirin. Li gorî biryarnameyê welatiyên Kurd dikarin bibin welatiyên Sûriyeyê û mafên wan werin dayîn.

DAXWAZÊN KURDAN ÇI NE?

Piştî ku sîstema Baas dawiya sala 2024`an hilweşiya, gelê Kurd daxwaz dike ku qanûnên îdarî yên Kembera Erebî werin betalkirin. Erdên Kurdan ên desteser kirine vegerînin. Her wiha mafên gelê Kurd di destûrê de misoger bibin û zimanê kurdî bibe zimanekî fermî yê Sûriyeyê. Her wiha sîstema rêvebirina Sûriyeyê ne navendî be û garantiya mafên hemû pêkhateyan hebe.

KEMBERA EREBÎ ÇI YE?

Kembera Erebî projeyeke siyasî bû û demografiya herêma Cizîrê guhert. Di salên 1973-1976`an de li ser sînorê Tirkiye û Sûriyeyê malbatên Ereb li herêma Cizîrê ya Kurdan bi cih kirin. Her wiha erdên Kurdan desteser kirin û dan malbatên Ereb. Ev proje di dema serokê berê yê Sûriyeyê Hafiz El Esed de pêk hat. Di projeya Kembera Erebî de gundên nû ji bo malbatên Ereb ên Gemer ava kirin. Gelek malbatên Ereb û bi taybet ji Reqayê û Helebê derbasî Cizîrê kirin û erdên Kurdan li ser navê wan qeyd kirin.

(np)

ANHA