Ji 15 nûnerên Hesekê 10 têne hilbijartin, 5 têne tayînkirin

Nûnerên parêzgeha Hesekê yên parlamentoya Sûriyeyê 15 kes in. 5 kes dê ji aliyê Ehmed El Şara ve werin tayînkirin û 10 kes jî dê bi rêya komîteyên herêmî werin hilbijartin.

Ji 15 nûnerên Hesekê 10 têne hilbijartin, 5 têne tayînkirin
12 gulan, 2026   03:30
NAVENDA NÛÇEYAN

Piştî rejîma Baas dawiya sala 2024`an hilweşiya, di meha Îlonê ya 2025`an dest bi hilbijartin û tayînkirina endamên parlamantoya Sûriyeyê hate kirin. Komîteya Bilind a Hilbijartinê biryara hilbijartinan da û li ser asta parêzgehan dest bi amadekariyên hilbijartinên parlamantoyê kir. 

Parlamanto (Meclisa Gel) ji 210 kursiyan pêk tê. Hikumetê fermî ragihand ku 140 kes bi rêya desteyên hilbijartinê yên herêmî têne hilbijartin û 70 kes jî ji aliyê Ehmed El Şara ve têne tayînkirin.

Heyanî niha ji derveyî parêzgeha Hesekê û Siwêdayê li hemû parêzgehên Sûriyeyê endamên parlamantoyê hatine hilbijartin û tayînkirin.

Li gorî çavkaniyên taybet, kursiyên parêzgeha Hesekê 15 in ku 5 ji aliyê Ehmed El Şara ve têne tayînkirin û 10 jî têne hilbijartin.

Di vê çarçoveyê de Komîteya Bilind a Hilbijartinan avakirina komîteyên herêmî yên parêzgeha Hesekê û daîreyên wê li bajarê Hesekê, Qamişlo û Dêrikê ragihand. Piştî wê dê desteyên hilbijartinê ava bikin û endamên parlamentoyê yên parêzgeha Hesekê werin hilbijartin.

MEKANÎZMAYA HILBIJARTINA ENDAMAN

Piştî ku desteyên hilbijartinê werin avakirin û lîsteyên xwe yên dawiyê amade bikin, pêvajoya hilbijartina endamên parlamentoyê dest pê dike. Desteyên hilbijartinê li daîreyên xwe endamên parlamentoyê hildibijêrin. Piştî wê, encamê radikin Komîteya Bilind a Hilbijartinan da ku navên endamên parlamentoyê yên serkeftî, bi fermî ragihînin.

(np)

ANHA