Di êrişa li dijî dêrekê ya li Kongoyê de 43 kes hatin kuştin

Di êrişeke li ser dêrekê ya li bakurê rojhilatê Komara Demokratîk a Kongoyê de 43 kes hatin kuştin.

Di êrişa li dijî dêrekê ya li Kongoyê de 43 kes hatin kuştin
28 tîrmeh, 2025   11:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Li bajarokê Komanda yê parêzgeha Iturî ya Komara Demokratîk a Kongoyê şeva şemiyê li dijî dêrekê êrişek pêk hat, di encamê de 43 kes hatin kuştin ku ji wan 9 zarok in û gelek kes jî birîndar bûn.

Li gorî Neteweyên Yekbûyî û artêşa Kongoyê, Hevpeymana Hêzên Demokratîk êriş pêk aniye.

Artêşa Kongoyê "komkujî" şermezar kir û diyar kir ku "zêdetirî 40 sivîl bi kêran hatin kuştin û çend kesên din jî bi giranî birîndar bûn. Xanî, dikan û avahiyeke banka herêmî hatin şewitandin û talankirin. Qqûbeta çend kesan jî nayê zanîn."

Di sala 2019`an de Hevpeymana Hêzên Demokratîk pabendiya xwe ya bi Rêxistina Dewleta Îslamê-Navenda Afrîkayê (şaxê DAIŞ’ê yê li Afrîkayê) aşkera kiribû.