Diya Îskender: Siyasetên Tirkiyeyê yên têkildarî Kurdan nakok in

Nivîskar Diya Îskender diyar kir ku di siyasetên dewleta Tirk ên têkildarî gelê Kurd de nakokiyeke mezin heye û got di navbera daxuyaniyên wan ên fermî û siyasetên li ser erdê de cudahî heye. Îskender destnîşan kir ku di daxuyaniyên fermî de dirûşmên “biratiyê” tînin ser ziman lê li ser erdê siyasetên dijminane pêk tînin.

Diya Îskender: Siyasetên Tirkiyeyê yên têkildarî Kurdan nakok in
20 tebax, 2025   02:35
NAVENDA NÛÇEYAN
MEDYA HENAN

Dewleta Tirk siyasetên xwe yên dualî li dijî gelê Kurd didomîne. Li aliyekî daxuyaniyên xwe yên li dijî gelê Kurd li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dewam dike, li Bakur û Tirkiyeyê jî bi Kurdan re behsa “biratiyê” dike.

Tevî Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Abdullah Ocalan û tevî 'Komîsyona Demokrasî, Xwişk-Biratî û Piştevaniya Mîlî' ava bûye jî, dewleta Tirk siyasetên xwe yên dijminane li dijî gelê Kurd didomîne. Li Bakurê Kurdistanê jî di mijarên lihevkirinê de gavan naavêje, hîna serdegirtina malan, siyasetên ewlekariyê didomîne. Her wiha tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan bi dawî nake.

Nivîskarê ji Sûriyeyê Diya Îskender li ser dualîtiya dewleta Tirk û siyasetên li dijî gelê Kurd dimeşîne ji ajansa me re axivî.

Diya Îskender di destpêka axaftina xwe de got: “Siyasetên dewleta Tirk li dijî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û di serî de gelê Kurd, nakokiyên wan nîşan didin. Daxuyaniyên wan ên fermî bi awayekî ne û kirinên wan li ser erdê cuda ne. Li aliyekî dirûşma ‘biratiyê di navbera her du galan de’ berz dike. Li ser erdê jî kiryarên xwe yên dijminane û gefên leşkerî pêk tînin. Piştgiriya xwe ji bo komên çekdar ên aramiya herêmê têk dibin, ranawestîne. Siyasetên guhertina demografiyê ferz dike. Azadiya civakê sînordar dike.”

Îskender bi van gotinan mijar şîrove kir: “Dualîtiya dewleta Tirk tenê di nêrîna ewlehiya teng de tê dîtin. Diyar e li Sûriyeyê li dijî ezmûna demokratîk a pirreng derdikeve û wekî metirsiya li ser hebûna xwe nîşan dide. Di vê nêrînê de rê li ber lihevkirin û hevkariyê digirin. Ew ji serkeftina ezmûna Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ditirse. Ji ber ku bûye ezmûna bi milyonan Kurdên li Tirkiyeyê. Ev kirinên wan nêrîna ‘biratiyê’ ya berz dikin, qels dike. Di bin topbaran û têkbirina demografiyê de behsa biratiyê çawa dibe? Ev tenê hewldana xweşikkirina wêneya siyasî ye. Ne li gorî rastiya heyî ye. Biratiya rast li ser nêrîna tunekirin û paşguhkirinê ava nabe. Ew tenê li ser esasê qebûlkirin û rêzdariya hevbeş dikare pêk were. Di siyasetên niha yên dewleta Tirk de ev xal pir lawaz in.”

Îskender di berdewama axaftina xwe de got di rewşa heyî de derfeta pêşxistina demokratîk û parastina mafê gelê Kurd li Tirkiyeyê û derveyî wê ne pêkan e û wiha dom kir: “Hîna desthilata Tirkiyeyê bi heman zîhniyetê nêzî doza Kurd dibe. Bi çavên ewlehiyê, ne bi çavê hiqûq û demokrasiyê nêzî doza Kurd dibin. Ne mimkun e ev xal li hundir bi pêş bikeve, madem li derve dixwaze wan tune bike. Demokrasî parçe nabe. Çawa dewlet li dijî gelên cîran siyasetên dijminatiyê dimeşîne? Sîstema nenavendî û pirrengiya çandî red dike. Edalet bi dualîtiyê ava nabe. Ne mimkun e li hundirê Tirkiyeyê behsa mafê gelê Kurd bike. Li derve jî wan gefa li ser ewlekariya xwe dibîne. Dixwaze tunebûnê li ser wan ferz bike. Ev kirin nêrîna dualî ya dewletê nîşan dide. Ev yek rastiya daxuyaniyên wan ên ji bo demokrasiyê lawaz dike. Li şûna şirîkatiyê yekdestdariyê nîşan dide. Lewma çi projeya demokratîk a rast li Tirkiyeyê divê ji pênasekirina têkiliyên bi Kurdan re were nîşandan, ne wekî niha bi mijara ewlehiya xwe ve girê bidin. Divê wan wekî şirîkên dîrok û siberoja welat pênase bikin. Di heman demê de pêwîst e ev siyaset li welatên cîran jî pêkan be. Wiha jî bi rêzdarî nêzî îradeya gelên li Sûriyeyê û Iraqê bibin. Ew bibe beşeke sereke ya exlaqê dewletê, ne bi top û balafiran mijarê binirxînin.”

ÎNSIYATÎFA RÊBER ABDULLAH OCALAN Û RÊYA ÇARESERIYA SIYASÎ

Nivîskar Diya Îskender li ser gavên ji Tirkiyeyê tê xwestin wiha axivî: “Pêwîst e Tirkiye guh li însiyatîfa Rêber Abdullah Ocalan a ji bo aştî û civaka demokratîk bike. Ev derfteke dîrokî ya ji bo bidawîkirina şerê salan e. Ew rê li ber lihevanîna rast a bi Kurdan re veke. Li şûna siaysetên dijminane yên ji wêranî, alozî û tunebûnê bi xwe re aniye. Ji Tirkiyeyê tê xwestin mafê gelê Kurd li hinidr nas bike. Hemû qanûnên cûdaxwaziyê dikin, ibtal bikin. Çand û zimanê Kurdî fermî nas bike. Ji ber ne mimkune li hindir rewş xirbe û demokrastî ji derve were xwestin. Di heman demê de ji Enqerê tê xwestin mafê gelên cîran jî nas bike. Di serî de jî gelê Kurd, gerek deswerdanê neke ew çarenûsa xwe ya siyasî û çandî bê, diyar bikin. Ev naskirin tê wateya qebûlkirina pirrengiyê, ev dê bibe jêdera hêzê, bi tu awayî nabe gefa li ser welatê wa.”

Îskender di dirêjiya axaftina xwe de got: “Li şûna nêrîna yekdesdariyê, divê rê li ber şirîkatiyê û danûstendina bi hêzên demokratîk ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re vebike. Ev dê ji piştgiriya komên çete û bikaranîna hêza leşkerî zêdetir bandora erênî bike. Ev siyasetên derve yên bi exlaq dixwaze. Di ewlekariya welatên cîran de, ewlekariya xwe bibînin. Ne welatên cîran bikin qada hesaban û navenda ferizkirina yekdestdariya xwe ya li herêmê. Gava destpêkê ya guhertinan ji hundir ve destprê dike. Ev bi aştiya bi gelê Kurd li hundirê Tirkiyeyê re pêk tê. Ew dibe riya lihevkirina di herêmê de jî. Dema desthiladariya Tirkiyeyê van rastiyan nas bike, mimkun e Tirkiyeyê ji dewleteke têkçûyî bibe nimûneyek demokratîk di tevahî herêmê de.”

VEBIJÊRKÊN GELÊ KURD LI SÛRIYEYÊ

Diya Îskender li ser vebijêrkên gelê Kurd wiha nêrîna xwe anî ziman: “Di rewşa siyasetên heyî yên dewleta Tirk de, gelê Kurd li Sûriyeyê gelek rê hene. Bijarteyên parastina mafê xwe yê rewa. Di serî de pêkanîna nimûneya demokratîk a giştî li tevahî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û avakirina hevgirtina bi pêkhateyên din re. Beşdariya bi hêz a di civîn û konferansên navdewletî de. Li wir parastina doza xwe bikin. Xwe mexdûr nîşandan tenê têrê nake. Pêwîst e doza xwe bikin peyama qanûnî û exlaqî ya bi bandor. Dûrî daxuyaniyên dikarin tundiyê ferz bikin, bibin. Li ser xeta Israra bikaranîna çand û nasnameyê riyeke berxwedanê nîşan bidin. Ji ber gelên xwedî li bîranînên xwe derkevin, ne mimkun e aliyên din hebûna wan pêk bîne.”

Îskender da nîşandan ku tevî nakokiyên kûr di navbera aliyan de ne mimkune têkiya di navbera Tirkiyeyê û gelê Kurd li Sûriyeyê de baş bibe û wiha dom kir: “Heke li Tirkiyeyê guhertinek bingehîn pêk hat, ev tê wateya guhertina hêzên demokratîk ên baweriya wan bi pirrengî û mafê mirovan tê, nîşan dide. Ev bê guman dê bandorê li derveyî welat jî bike. Ihtîmala hêzên herêmê û navdewletî jî rola navbênkariyê di navbera Tirkiyeyê û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bigirin. Bi taybet heger ev mijar bi dosyayên ewlekariyê ve werin girêdan. Wê demê dê alozî kêm bibe û rê li ber lihevkirinan vebike. Heger derfet çêbû. Dê derfetên aboriya hevbeş çêbibin, Wekî bazirganî, enerjî û xebatên ji nû ve avakirinê. Ihtîmala ev derfet di berjewendiya Tirkiyeyê de bin û siyasetên hîn nerimtir bimeşîne. Dijminatiyê kêm bike û alîkariyê bipejirîne.

Ji aliyê din ve jî dibe zextên navdewletî û bi taybet ji aliyê Yekîtiya Ewropa û Dewletên Yekbûyî yên Amerîka ve bibin sedema wê yekê ku  Tirkiyeyê nêrînên xwe yên dijminana bi Kurdan re di ber çavan re derbas bike.”

Nivîskar Diya Îskender wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ev senaryoyên me behsê kirin bi îradeya siyasî ve girêdayî ne û dikare guhertineke dîrokî pêk bînin. Guhertineke li ser esasê hevbeşî û qebûlkirina aliyên din. Ne li ser esasê şer û tundiyê.”

(dc)

ANHA