Di mehekê de agirbesta li Siwêdayê 38 caran hat binpêkirin

Ajansa me 38 binpêkirinên agirbestê li başûrê Sûriyeyê ku bûn sedema zirarê giyanî û madî, şopandin. Ev rewş lawaziya peymana di navbera hikumeta veguhêz û aliyên Durzî de nîşan dide.

Di mehekê de agirbesta li Siwêdayê 38 caran hat binpêkirin
20 tebax, 2025   06:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Li Siwêdayê ya li başûrê Sûriyeyê di 13`ê Tîrmehê de di navbera hêzên hikumeta veguhêz û çekdarên girêdayî wê û hêzên leşkerî yên Durzî yên xwecih de şer û pevçûnan rû da. Li gorî daneyên dawîn, di şer û pevçûnan de hezar û 677 kes hatin kuştin, ji wan 452 rasterast bi guleyan hatin kuştin. Şer û pevçûn bi peymana agirbestê ya 18`ê Tîrmehê de di navbera her du aliyan de di bin çavdêriya navneteweyî de bi dawî bûn. Lê rewşa aloz li Siwêdayê hîna dewam dike.

PEYMANA AGIRBESTÊ

Di 18`ê Tîrmehê de nûnerê taybet ê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) yê ji bo Sûriyeyê Tom Barrack ragihand ku Îsraîl û hikumeta veguhêz a Sûriyeyê li ser agirbesteke li bajarê Siweydayê li hev kiriye.

Naveroka bendên lihevkirinê wiha ye:

“1- Belavbûna hêzên ewlehiya giştî

Bendên kontrolê yên ewlekariya giştî li derveyî sînorên îdarî yên parêzgeha Siweydayê têne danîn da ku pevçûnan kontrol bikin û pêşî li derbasbûna koman bo nav parêzgehê bigirin.

2- Gundên li ser sînor

Ji dema peymanê ve, destûr nayê dayîn ku tu alî di 48 saetan de bikeve gundên li ser sînor. Armanc ji vê yekê ew e ku hêzên ewlehiyê yên aliyê din bi cih bibin û ji êrişên ji nişka ve dûr bikevin.

3- Eşîrên bedewî

Destûr tê dayîn ku endamên eşîrên mayî yên li deverên parêzgehê, bêyî astengî ji aliyê tu aliyekî ve were kirin, bi ewlehî û aramî derkevin. Derketina wan dê li gel karmendên ewlehiyê yên ji komên li ser meydanê dixebitin, be.

4- Deriyên mirovî

Ji bo rewşên mirovî û yên awarte ev derî hatine destnîşankirin: Busra El Herîr û Busra El Şam

5- Kontrolkirina tevgerên komên xwecih

Em bang li hemû komên xwecih dikin ku ji derketina ji sînorên îdarî yên parêzgeha Siweydayê dûr bisekinin û ji her provokasyon an tevgereke şer dûr bisekinin.

6. Berpirsyariya binpêkirina lihevkirinê

Her aliyek ku bi awayekî yekalî an li derveyî çarçoveya vê lihevkirinê tev bigere, berpirsê hilweşîna lihevkirinan e.

7- Bangeke ji bo ciwanên parêzgehê

Em bang li ciwanên xwe, parêzvanên ax û rûmeta xwe dikin ku bi hevrêziyeke bilind û berpirsiyariyek herî bilind bixebitin da ku vê rewşa biêş a bi serê gelê me yê aştîxwaz de hatiye bi dawî bikin."

PEYMANA LAWAZ Û BINPÊKIRINÊN ROJANE

Ji ber binpêkirinên rojane li eniyên şer ên di navbera "hêzên hikûmeta veguhêz û çekdarên girêdayî wê" ji aliyekî ve, û hêzên leşkerî yên Durzî yên xwecihî ji aliyê din ve, peymana agirbestê lawaz e.

Li gorî şopadinên ajansa me, ji 19`ê Tîrmehê û vir ve, peymana agirbesê 37 caran hatiye bipêkirin, bi taybet ji hêla hêzên hikûmeta veguhêz û çekdarên girêdayî ve, ku bajar û gundewarê wê ji çend aliyan ve dorpêç kirine.

Li gorî Çavdêriya Mafên Mirovan A Sûriyeyê (SOHR), piraniya binpêkirinên agirbestê li gundewarên rojava û bakurê Siwêdayê, bi taybetî li nêzîkî bajarê Şehba, gundê Ureyka, bajarokê Um Zeytûn, gundê Rîma Hazim, rêya Mecadil a li hember aşan, bajarokê Welga, bajarokê Ara, bajarokên Dibîn û Sa'la, bajarokê Etil, bajarokê Mecdel, gundê Necran, bajarokê Kenakir, gundê Xerba, gundê Cib, gundê Xersa û gundê Samîd, çêbûne.

Di 12`ê Tebaxê de, karwanek sivîl ku kelûpelên alîkariyê ji Ceramana ber bi Siwêdayê ve dibir, li gundewarên rojhilatê Derayê, di nav deverên ku di bin kontrola hêzên hikûmeta veguhêz de, rastî êrişê hat û di encamê de 7 çalakvanên xwebexş û otombîla ku alîkariyên mirovî tê de bûn, hatin revandin.

Çavkaniyên xwecihî ragihandin ku sê ji wan xwebexşan serbest hatine berdan, lê çar ji wan hîn jî girtî ne, navê wan jî wiha ye: Abid Ebû Fexir, Fîdaa Ezam, Yamin Memdûh El Sehnawî, û Redwan Zêd El Sehnawî, hemû ji Ceramana ne.

Di 17`ê Tebaxê de, du otobusên sivîl ên ku rêwiyan ji Siwêdayê ber bi Ceramana ve dibirin, dema ku ji Derayê derbas dibûn, ji aliyê hêzên hikûmeta veguhêz ve hatin gulebarankirin. Di encamê de hin kes birîndar bûn, di nav wan jin û zarok hebûn.

Êriş û binpêkirin li herêmê berdewam dikin, aliyên fermî jî tu tedbîran nagirin, ev yek jî dibe sedema tirsê di nava şêniyan de.

(k)

ANHA