’Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo klîta serxistina pêvajoyê ye’

Têkildarî banga ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ ya Rêber Apo, Komîteya Azadiya Ocalan a Başûrê Kurdistanê ragihand ku azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û dayîna derfetê ji wî re, garantiya serkeftina vê pêvajoya çareseriyê ya ji bo tevahî gelên herêmê û bi taybet gelê Kurd e.

’Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo klîta serxistina pêvajoyê ye’
3 adar, 2025   23:19
NAVENDA NÛÇEYAN

Komîteya Azadiya Ocalan a Başûrê Kurdistanê, der barê banga dîrokî ya Rêber Apo ya bi navê ‘Aştî û Civaka Demokratîk’, daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Peyama Komîteya Azadiya Ocalan wiha ye;

“Dawiyê dengê aştî û civaka demokratîk ji Girava Îmraliyê ku girava sepandina sîstema îşkenceyê, planên navnetewî û xwestina fetisandinê, bang û hawara ji dayikbûna mirovê azad û xwestina azadî xist guhê hemû cîhanê.

Ew hawara ku encam û nûnera xebat û têkoşîna gelê me bû, li her çar parçeyên Kurdistanê, berê keda têkoşîna gerîla, xwîna şehîdan û berxwedana girtiyên siyasî ye ku dînamoya şoreşekê bûn li dijî hovîtirîn dewleta netewê ku bi kîn û nefretê li dijî gelê hatibû perwerdekirin.

Lê ji ber ku tez û nêrînên birêz Ocalan hîmê xebat û têkoşîna tevgera azadiyê bûn, di dawiyê de hişmendiya faşîzmê hate şikandin û paradîgmaya sedsala Serok Apo bû xala destpêkê ya karê siyasî û çareseriyê li Rojhilata Navîn. Felsefeya aştî û civaka demokratîk careke din li ser axa Mezopotamya û şaristaniya kevnar bû rojeva gelan. Her çend em hîn di gavên yekem ên vê pêvajoyê de ne û kêm nebûn ew kes, alî û dewletên ku demekê li ser yekgirtî nebûna dîtina Serok û gerîla şert dikir. Bi qasî ku fêmkirina xwe ji bo têkiliyên xurt û peywendiya organîk û ruhî ya tevgera azadiyê û rêberê wê fêm nekiribûn.

 Bi awayekî wisa, peyama Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) û bersivdayîn, qebûlkirina peyama sedsalê û bersiva tijî nirxên siyasî ya PKK’ê ji bo wan kesên ku heta niha îradeya fêmkirina vê tevgerê çênebûye, şokker bû. Di demekê ku kesê ku dîroka siyasî ya PKK û rêberê wê ji nêz ve nas dike de, bi başî li benda wê bersivê bû. Sernivîsa peyama sedsalê ji bîrmendê sedsalê ve, ew rastî xiste pêş ku 26 sal girtîgeh, tenêtî û îşkence ji bo kêliyekê ji baweriya Serok Apo nebûye cihê pirsnîşanê. Lê bi îradeyeke mezin, wek çiyayekî dewleta Tirkiyeyê anî vê baweriyê ku dem dema hewcebûna Ocalan’e ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd li Tirkiyeyê.

Di demekê de ku rasterast ev çareserî dê bibe sedema hilweşandina wê sîstemê ku dewletên sermayedar piştî Şerê Cîhanê yê Yekem karîn gelên herêmê bikin qurbaniyên berjewendiyên xwe û gelê Kurd bibe qurbaniya sereke ya wê zulmê ku sed sal e xwîna wî diherike.

Lewma divê hemû alî wê rastiyê bizanin ku azadiya Ocalan û vekirina derfetê li pêşberî wî garantiya serkeftina vê pêvajoya çarenivîssaz e ji bo tevahî gelên herêmê bi taybetî Kurd.

Em wek Komîteya Azadiya Rêber Ocalan dê berdewam bin di wê erkê de ku 26 sal e bi tevahiya hêz û baweriya xwe, bi hevkarî tevahiya welatparêz û azadîxwazên cîhanê, ji bo azadiya Serok Apo me xistiye kar.

Îro erkê me girantir û zêdetir dibe di tekezkirina li ser azadiya tevahî girtiyên siyasî li her çar parçeyên Kurdistanê. Di heman demê de divê em vê qonaxê bikin qonaxa zêdetir nasandina bîr û hizra Apo û xebitîn ji bo praktîzekirina wê di nav civakê de. Ji ber ku em baş dizanin ku sîstema modernîteya sermayedarî rûyê xwe yê kirêt roj bi rojê zêdetir derdixe û mirovahî hewceyî modernîteya demokratîk û netewa demokratîk û hewceyî pêkvejiyana gelan heye. Ev jî tenê çareserî ye ji bo rizgarbûn ji hejarî, parastina jîngehê, vegerîna rola xwezayî ya jin û malbata azad û jiyana azad.

 Erê ji bo aştiyê

Erê ji bo azadiya tevahî girtiyên siyasî

Erê ji bo pêşkêşkirina tevahî derfetan li pêşberî Rêber Apo, da ku bikaribe rêberiya pêvajoyê bike.

Bijî yekîtiya gelan

Komîteya Azadiya Ocalan."