‘Divê Îran dawiyê li şideta li ser gel bîne’

Sefareta Sanal a Îranê ya Amerîkayê diyar kir ku divê rejîma Tehranê dawî li şideta li ser gel bîne û rêzê ji daxwazên welatiyan re bigire.

‘Divê Îran dawiyê li şideta li ser gel bîne’
31 kanûn, 2025   11:14
NAVENDA NÛÇEYAN

Sefareta Sanal a Îranê ya Amerîkayê li ser hesaba xwe ya Xê cih da parvekirinek têkildarî protestoyên gel ên li tevahiya Îranê belav bûye û wiha got: “Pêşiyê dikandarên li bazarê, piştre xwendekar. Niha jî tevahiya Îranê li ser piyan e. Jiyanên cuda lê daxwazek hevpar derketiye holê. Gelê Îranê peyama, ‘rêzê ji mafê me re bigirin’ dide rejîmê.”

Sefaretê diyar kir ku Îran bi gaza şewitandina çavan, şidet û girtinan bersivê dide daxwazên gel û ev tişt hatin gotin: “Dîmenên ku tên, fikarên me zêdetir dikin. Daxwaza mafên bingehîn sûc nîn e. Rejîma Îranê neçar e dawî li zordariyê bîne û rêzê ji mafên gel re bigire.”

Her wiha ragihandin ku gel ji bo destnîşankirina çarenûsa xwe, bi hêzkirina mafên xwe têdikoşe. Hate zanîn ku çalakî hêz û bi biryarbûna gel nîşan dide. Di parvekirina sefaretê de hate gotin ku DYA di vê têkoşînê de piştgiriyê dide gelê Îranê û bi wan re di nav hevgirtinê de ye.