Ji Sûriyeyê heta Yemenê mijarên germ ên rojnameyên erebî

Rojnameyên erebî li ser aloziyên siyasî û ewlehiyê yên li Sûriyeyê û derxistina pereyên nû, her wiha li ser zêdebûna aloziya di navbera Erebistana Siûdî û Yemenê de nivîsîn.

Ji Sûriyeyê heta Yemenê mijarên germ ên rojnameyên erebî
31 kanûn, 2025   10:34
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî yên îro, dosyaya Sûriyeyê bi aloziyên wê yên siyasî û ewlehiyê û zêdebûna ji nişka ve ya aloziya di navbera Erebistana Siûdî û Yemenê de nirixandin.

‘PERAVA SÛRIYEYÊ DI NAVBERA ENTEGRASYON Û PARÇEKIRINÊ DE’

Rojnameya Lubnanê El Nehar li ser pêşketinên li perava Sûriyeyê nivîsî û diyar kir ku herêm ketiye ser xaçerêyeke hesas a di navbera entegrasyona di nava dewleta Sûriyeyê û projeyên parçekirinê de.

Rojnameyê bal kişand ser zêdebûna xwepêşandan û aloziyên ewlehiyê yên di hefteyên dawîn de ku di encamê de qurbanî çêbûn. Rojnameyê li ser zimanê akademîsyen û pisporan nivîsî ku nenavendîkirina îdarî ya sînorkirî, li gel tevlêbûna siyasî û aborî ya civaka Elewî, dikare rêyekê peyda bike ji bo sivikkirina aloziyan û pêşîgirtina li ber hilweşînê.

‘NIRXÊ LÎREYÊ NÛ DI DESTÊ SÛRIYEYIYAN DE YE’

Rojnameya El Mudun nivîsand ku derxistina diravê nû yê Sûriyeyê xaleke veguherînê ya aborî ye ku ji hêsankirina dan û standinên rojane wêdetir, giraniya wê ya siyasî û sembolîk heye.

Rojnameyê bal kişand ser fikarên der barê zêdebûna daxwaza li ser dolar, de bi taybet li deverên li derveyî kontrola hikumetê ku dikare bandorê li nirxê lîre bike. Rojnameyê diyar kir ku serkeftina ceribandinê bi asta baweriya sûriyeyiyan bi diravê nû ve girêdayî ye.

‘TEVGEREK LEŞKERÎ YA SIÛDIYÊ YA JI NIŞKA VE LI BENDERA MUKALLA’

Der barê Yemenê de, rojnameya El Ereb a li Londonê nivîsî ku Erebistana Siûdî êrişeke hewayî li ser bendera Mukalla ya li Hedramûtê pêk aniye û ev buyer balkêş e. Riyadê ragihand ku ewlehiya wê ya neteweyî "xeta sor" e, di heman demê de diyar kir ku çareseriyeke siyasî ya berfireh bi Yemenê re dixwaze.

Li aliyekî din Îmaratên Erebî her têkiliyeke bi aloziyên nû re red kir û ragihand ku mîsyona tîmên wê yên li dijî terorê yên mayî li Yemenê bi dawî bû.

(k)