Li Îskenderûnê ji bo piştgiriya pêkhateyên Sûriyeyê dê xwepêşandanek li dar bikeve

Rêxistinên elewî û civaka sivîl amadekariyan dikin ku li deriyê sînor ê Yayladagiyê ji bo piştgriya elewî û pêkhateyên din ên Sûriyeyê û protestokirina polîtîkayên hikumeta veguhêz, xwepêşandanekê li dar bixin.

Li Îskenderûnê ji bo piştgiriya pêkhateyên Sûriyeyê dê xwepêşandanek li dar bikeve
31 kanûn, 2025   11:20
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêxistinên elewî û civaka sivîl ên li herêma Îskenderûnê ya dagirkirî dê roja Şemiyê (3 Çile 2026) saet 14:00`an li deriyê sînor ê Yayladagiyê ku li herêma Îskenderûnê û li hember bajarê Kessabê yê bakurê rojavayê Sûriyeyê ye, xwepêşandanekê li dar bixin.

Rêxistinan diyar kir ku ev xwepêşandan ji bo hevgirtinê bi elewî û pêkhate û mezhebên din ên Sûriyeyê re ye û ji bo protestokrina polîtîkayên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê û hêzên wê ye.

Li gorî kartên vexwendinê yên ku ji hêla çalakvanan ve hatine belavkirin, armanca çalakiyê "bilindkirina dengê li dijî şer û zimanê nefretê yê mezhebî ye" û balê bikişîne ser binpêkirinên giran ên mafê jiyan, bawerî û nasnameyê.

Navên sazî û rêxistinên ku dê tev li xwepêşandanê bibin wiha ne: Yekitiya Elewiyên Bektaşî, Komeleya Çandî ya Pîr Sultan Abdal, Komeleyên Çandî yên Elewiyan, Weqfa Çandî ya Hecî Bektaşî Velî, Komeleya Demokratîk a Elewiyan û sazî û platformên elewiyan ên li Edene, Mersîn, Samandag û Antakyayê.

(k)