Ciwan Îso: Vegera koçberan mafekî mirovî ye

Endamê Komîteya Koçberan a Serêkaniyê Ciwan Îso diyar kir ku xebatên vegerandina koçberan didomin û got ji bo vegerin divê pirsgirêkên ewlehiyê yên li Serêkaniyê werin çareserkirin.

Ciwan Îso: Vegera koçberan mafekî mirovî ye
13 gulan, 2026   05:05
HESEKÊ
DIYAR EHMED

Dosyaya vegera koçberên Serêkaniyê ji ber rewşa siyasî û ewlehî tê astengkirin.

Hiqûqnas û endamê Komîteya Koçberan a Serêkaniyê Ciwan Îso got di çarçoveya lihevkirina QSD û hikumeta demkî ya Sûriyeyê diviyabû koçberên Serêkaniyê vegeriyana warê xwe, lê ji ber rewşa ewlehî û kiryarên komên girêdayî dewleta Tirk veger tê astengkirin. Her wiha Îso got ji bo koçberên Serê Kaniyê vegerin divê garantiya parastina wan ji kiryarên têne kirin, were dayîn û wiha got: "Li gorî ku em rewşa bajarê Serêkaniyê dişopînin hîna rewşa ewlehiyê nebaş e. Gund û bajarê Serêkaniyê di bin serweriya koman de ne û hîna dewleta Tirk bajarê Serêkaniyê bi rê ve dibe. Ji ber vê yekê rewşa ewlehiyê nebaşe û koçber nikarin vegerin mal û gundên xwe."

Îso anî ziman ku Komîteya Koçberan a Serêkaniyê bi parêzgarê Hesekê, fermandariya QSD`ê û şandeya hikumeta demkî re li ser rewşa Serêkaniyê dicivin û wiha got: "Em ji bo rewşa ewlehiyê ya Serê Kaniyê bi wan re dicivin. Di civînan de tînin ziman ku divê ew niştîceh ji Serê Kaniyê derbikevin, koçberên Serêkaniyê vegerin warê xwe û garantiya ewlehiya wan were dayîn."

Îso de anî ziman ku bajarê Serêkaniyê bi parêzgeha Hesekê ve girêdayî ye û xwest kiryarên têne kirin werin seknandin, mal û milkên xelkê Serêkaniyê neyên talankirin û vegerin warê xwe. Îso da zanîn ku hinek niştecihên li Serêkaniyê lihevkirina QSD`ê û hikumeta demkî ya Sûriyeyê qebûl nakin, ji ber ku ne li gorî berjewendiya wan e.

Îso diyar kir ku ew bi fermandarê giştî yê QSD`ê Mezlûm Ebdî û hevseroka Buroya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed re civiyane û dosyaya koçberên Serêkaniyê nîqaş kirine, her wiha da zanîn ku di civînê de hatiye gotin ku dosyaya koçberan û kampan bi Şamê re tê nîqaşkirin û ew dosyayeke mirovî ye, divê were çareserkirin.

Têkildarî mijara vegera koçberan Îso bal kişand ser nêzîkatiyên hikumeta demkî û got hikumet dosyaya vegerê û dîlan wek zextekê li ser herêmê dide bikaranîn û Tirkiye jî Serêkaniyê bi rêve dibe û li gorî polîtîkaya xwe destûrê nade ku koçber vegerin warê xwe.

Ciwan Îso ev lê zêde kir: “Komîteyê di çarçoveya vegera koçberan de gelek civîn li dar xistin û mekanîzmaya vegera koçberan nîqaş kir. Divê koçberên Serêkaniyê bi hemû pêkhateyên xwe vegerin û bi xwe bajarê xwe bi rê ve bibin. Heyanî ku koçber vegerin em ê bixebitin û divê koçber jî daxwaz bikin ku bo komî û bi ewle vegerin warê xwe."

(np)

ANHA