‘Divê diyalog di navbera hikumeta Şamê û Rêveberiya Xweser de dest pê bike’

Siyasetmedarên sûriyeyî diyar kir ku dagirkeriya dewleta Tirk ji bilî wêranî, kuştin û nezaniyê tiştek ji herêmê re neanî. Di heman demê de îşaret pê kirin ku siberoja Sûriyeyê girêdayî praktîkkirina rêgezên demokrasiyê û pirrengiyê û destpêkirina diyaloga hikumeta Şamê û Rêveberiya Xweser e.

‘Divê diyalog di navbera hikumeta Şamê û Rêveberiya Xweser de dest pê bike’
23 tebax 2024   03:45
HELEB
MIHEMED EBDO

Ev 13 sal e alozî berdewam e û di asoyan de tu çareserî xuya nake. Aliyên aloziyê, di serî de hikumeta Şamê, naxwaze diyalogê bi sûriyeyiyan re bike û dagirkeriya li ser axa Sûriyeyê bi dawî bibe.

Endamê Meclisa Giştî ya rêxistina Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) a Helebê Emîn Elîko got diyalog û dan û standina di navbera sûriyeyiyan de li ser pêşeroja welêt, rêya çareserkirina aloziyê û bidawîkirina destwerdanên derve ye.

Elîko wiha axivî: "Qebûlkirina hikumeta Şamê ku bi sûcdarê şer Erdogan re danûstandinê bike, ne mentiqî ye. Ji ber ku Erdogan teror li erdnîgariya Sûriyeyê ji Efrînê bigire heta Serêkaniyê, Girê Spî û herêmên din ên Sûriyeyê belav kir."

HEWLDANÊN DIYALOGÊ BERDEWAM IN

Elîko destnîşan kir ku divê hikumeta Şamê dev ji mentiqa xwe ya leşkerî berde û însiyatîfên nîştimanî qebûl bike û li ser pêşeroja Sûriyeyê bi sûriyeyiyan re dest bi diyalogê bike ji bo ku çareseriyekê li ser erdnîgariya Sûriyeyê ji aloziyê re peyda bikin.

Elîko ev li gotinên xwe zêde kir: "Ji 2023`yan ve, Rêveberiya Xweser beyannameyek pêşkêş kir ku heta niha li dar e. Dixwaze bi hikumeta Şamê li ser bingeheke nîştimanî dest bi diyalogê bike. Lê hikumeta Şamê ev beyanname paşguh kir. Diyalog, rêya çareserkirina aloziyê ye."

Elîko îşaret bi hewldanên dewleta Tirk kir ku rê nade her du alî dest bi diyalogê bikin û got: "Piştî ku dewleta Tirk an ku rejîma Tirk bi serkêşiya Erdogan di hilbijartinên şaredariyan bi bin ket, hema bêje, tecrîdeke dîplomasî li ser hatiye ferzkirin û pirsgirêkên aborî zêde dibin, dewleta Tirk naxwaze diyalog pêk were."

Elîko bang li sûriyeyiyan kir ku haj ji xetereya vegera dagirkeriya Osmanî hebin û got: "Di 4 serdeman de ji bilî wêranî, kuştin û nezantiyê tiştek ji welêt re neanî."

‘PARASTINA PÊŞEROJA SÛRIYEYÊ DI PARASTINA DEMOKRASIYÊ DE NIXUMANDÎ YE’

Hevserokê rêxistina PYD`ê ya Helebê Mihemed Xirêr jî diyar kir ku diyaloga navxweyî, deriyê çareserkirina aloziyê ye bi şerta tevlêbûna tevahî pêkhateyên welêt."

Xirêr got hebûna leşkerî ya gelek aliyên biyanî sedema dirêjkirina temenê aloziyê, neçareserkirina aloziyê, astengkirina diyalogê di navbera hikumeta Şamê û Rêveberiya Xweser de ye. Di heman demê de Xirêr diyar kir ku ji ber van sedeman, alozî girêtir dibe û dagirkerî xurttir dibe.

Xirêr di dawiyê de wiha axivî: "Pêşeroja Sûriyeyê di praktîkirina rêgezên demokrasiyê û pirrengiyê li ser bingeha ku sûriyeyî xwedî biryarê xwe bin de nixumandî ye."

(şx)

ANHA