`Em ê li hember hewldanên têkbirina ewlehiya herêmê bibin mertaleke qewîn`

Jinan li kantona Tebqayê diyar kir ku nahêlin ti kes ewlehiya herêmê têk bibe û di heman demê de destnîşan kir ku dê li hember van hewldanan bibin mertaleke qewîn.

`Em ê li hember hewldanên têkbirina ewlehiya herêmê bibin mertaleke qewîn`
23 tebax 2024   06:35
TEBQA
RÎNAD EL ELÎ

Gelên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê helwesta xwe li hember êrişên hêzên hikumeta Şamê û çekdarên "Dîfa El Wetenî" û êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê diyar kirine ku ew wan êrişan red dikin.

Şêniya bi navê Îxlas El Nacî ya ji Tebqayê komkujiyên hêzên hikumeta Şamê û çekdarên "Dîfa El Wetenî" yên li dijî xelkê kantona Dêrazorê bi tundî şermezar kir.

Rîm El Mihemed jî, got armanca êrişên hêzên hikumeta Şamê û çekdarên "Dîfa El Wetenî" û artêşa Tirk a dagirker têkbirina projeya Rêveberiya Xweser û biratiya gelan e.

Rîm bang li xelkê Dêrazorê kir ku li hember hewldanên derxistina fitneyê li ber xwe bidin û wiha domand: "Em ê bi Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) re bin. Ew parêzvanên welat in û ewlehiya wê diparêzin."

Raniya Bîtar jî destnîşan kir ku ew nahêlin tu kes ewlehiya herêmê têk bibe û wiha pê de çû: "Em ê bi QSD`ê û hêzên ewlehiyê re destkeftiyên şoreşê biparêzin. Ew destkeftî bi saya fedakariyên ciwanên vê herêmê hatine bidestxistin."

(şx)

ANHA