‘Berpirsyariya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk dikeve ser milê her kesî’

Şêniyên Qamişloyê diyar kir ku berpirsyariya vê Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk dikeve ser milê her kesî de û got “Gelê Kurd bi hevgirtin û yekitiyê dê bikare êrişan têk bibe.”

‘Berpirsyariya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk dikeve ser milê her kesî’
5 adar, 2026   02:35
QAMIŞLO

Rêber Abdullah Ocalan di salvegera Banga Aştî û Civaka Demokratîk de got pêvajo ketiye qonaxa duyemîn û dest bi entegrasyona demokratîk kiriye. Şêniyên Qamişloyê têkildarî mijarê got: “Divê em xwişk û biratiya gelan biparêzin.”

Neşmiye Atellah anî ziman ku divê gelê Kurd di vê pêvajoyê de yekitiya xwe xurt bike û wiha got: “Di vê pêvajoyê de ji gel tê xwestin ku têkiliyên xwe yên civakî xurt bikin, hevgirtî bin û yekitiya xwe çêbikin. Bihevre li hemberî êrîşên dijmin têbikoşin û nekevin xefka fitneya mezhebperestiyê. Hêzên li dijî projeya neteweya demokratîk in hewl didin li gorî siyaseta Ferq-Tesed fitnê çêbikin. Divê em xwe ji şerê navxweyî biparêzin.”

Hesen Hisên got: “Yekitiya gelê Kurd divê çêbibe û were xurtkirin. Parçebûn û cewazî nakevê bin xizmeta doza Kurdî de. Bi yekitiyê em dikarin li hemberî dijmin şer bikin û biserbikevin. Ji her kesî tê xwestin çi sivîl an jî leşker be ku berpirsyar nêzî ewlehiya civakê bibin. Bi berxwedanê em ê bi ser bikevin.”

Mehmûd Helaq ê ji pêkhateya Ereb jî wiha axivî: “Divê gel aliyê siyasî de berpirsyar nêz bibe û têkiliyên xwe yên civakî xurtir bike. Rêber Abdullah Ocalan girîngiya mezin dide azadiya gelan û banga xwişk û biratiya pêkhateyan dike. Xelkê herêmê bi sedê salan bê ku pirsgirêk di nava wan de derbikevin, bihevre jiyan dikirin. Di vê pêvajoyê de divê civak zana be û li hemberî hewldana ku fitnê têxin navbera xelkê herêmê de xwedî helwest be û her tim ruhê xwişk û biratiya gelan biparêzin.”

ANHA