Dirêjkirina şer gurkirina şerên li herêmê û teşwîqkirina rêxistinên tundraw e

Li gorî pêşdeçûn û datayan şerê li Xezayê yê di navbera Hemas û hêzên Îsraîlê de ber bi şerekî demdirêj ve vediguhere, ev yek astmosfêreke guncaw ji rêxistinên tundraw û komên çeteyan re ava dike ku ji nû ve çalakiyên xwe vegerînin, ji wê zêdetir jî ev şer bandore li krîzên herêmê dike û dihêla aloziyên heyî zêde bin, bi taybet ên di navbera Îran û DYA′yê de.

Dirêjkirina şer gurkirina şerên li herêmê û teşwîqkirina rêxistinên tundraw e
9 mijdar, 2023   09:58
NAVENDA NÛÇEYAN
YEHYA EL HEBÎB

Ev texmîn ji ber gelek datayan ve tên kirin; ên herî girîng jî careke din binkeftina Konseya Ewlehiyê ya Neteweyî di gihandina agirbesta li Xezayê de ye. Washington û dewletên rojavayî forma agirbesta mirovî ya demkî red dikin. Ev yek nîşan dide ku aliyên navneteweyî dixwazin Hemasê di aliyên leşkerî û siyasî de ji holê rakin.

Tiştê piştrastir dike, Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) koordînaya xwe bi hêzên navneteweyî û dewletên Ereban re bi navê dîtina formekê piştî Hemasê li Xezayê bi rêya danehevkirina rêvebirina Xezayê, zêde kirine.

Li kêlek wê jî daxuyaniyên dualî yên aliyên dijber hene. Her wiha serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu di hevdîtina kanala ABC News′ê ya Amerîkayê de got tu agirbesteke giştî li Xezayê bêyî serbestberdana dîlgirtiyên Îsraîlê tune ye. Netanyahu anî ziman ku dê Îsraîlê heta demekê nediyar berpirsiyariya ewlehiya giştî li Xezayê bi rê ve bibe û dema ev berpirsiyartî neyê birêvebirin, dê terora Hemasê bi awayekî nayê angaştkirin, derkeve.

Li aliyekî din jî yek ji rêveberên Tevgera Hemasê li Lubnanê Usame Hemdan got: "Ji bo kesên texmîn dikin ku dê Hemas biçe, dê Hemas di wijdana gelê me û berjewendiyên wî de bimîne û tu hêzeke li ser erdê nikare me têk bibe yan jî paşguh bike. Gelê me hikumeta faşîst a nû (ya ku di Şerê Cîhanê yê Duyemîn de hevkarî bi dagirkeriya nazî re li Fransayê kiriye) qebûl nake yan jî kesên ajanekî li ser tankeke Îsraîlî yan jî Amerîkayî bîne qebûl nake."

Ruxm wê jî, hestiyariya doza dîlgirtiyan li pêş hêzên Îsraîlê dibe bend ku êrişên tund li dijî Xezayê pêk neynin an jî operasyoneke bejahî dest pê bikin. Ji ber wê êdî dîlgirtî mîna kaxizeke xurt di destê Hemasê de ye, li beramber wê jî piştî Îsraîlê derbeyeke ewlehî û leşkerî xwar nikare gav ji bijarteya xwe bi paş ve biavêje, ew jî derbasbûna li Xezayê ye, bi taybet jî ji bo wê teşwîqeke navneteweyî û herêmî heye.

Li ser van datayan, şerê Xezayê ber bi şerekî demdirêj ve diçe. Di wî şerî de her aliyek hewl dide zextê li yê din bike, nemaze aliyên herêmî û di serî de jî dewleta Tirk hewl dide van pêşdeçûnan jib o pêkanîna berjewendiyên xwe bi kar bîne. Di wê yekê de asta nakokî û nefretê bilind dike, ruxmî ku Enqere têkiliyên xwe yên siyasî û aborî bi Îsraîlê re qut nekirine.

ATMOSFÊRÊN GUNCAQ JI TUNDRAWIYÊ RE

Dirêjkirina vî şerî ku hin hêz û rêxistin hewl didin daxmayeke olî lê bixin dibe ku rêxistinên tundraw, terorîst û komên çeteyan teşwîq bikin ku ji nû ve çalakiyên xwe vegerînin. Ev jî di tevgerên koma Îxwan El Mislimîn li Urdin, Misir, Filistîn, Lubnan û Tunisê de aşkera bûn. Ew hewl didin van pêşdeçûnan bi kar bînin, alîkariyan kom bikin, nefret û tehrîdkirinên zêde bikin û li dewletên rojavayî, mîna Brîtany, Fransa û Amerîkayê deng veda. Li van dewletan gelek bûyer û sûc di navbera aliyên bi diruşma parastina Semîtîzmê û islamofobiyê ji xwe re kirine armanc û aliyên ku bi motîvasyona Îxwan û Îslama siyasî hatine guherandin çêbûn.

Ne dûr e ger ev şer hate dirêjkirin, cîhadîsta globalî were çalakkirin, li gel zehmetiya gihandina ′Cîhadîstên Biyanî′ li Xezayê û xaka Filistînê. Dibe ku bi wê re rêxistinên tundraw û komên çete li Sûriye, Iraq, Yemen, Lîbya, sînorê Mizirê û gelek dewletên Afrîkayê ji nû ve çalak bin.

′DI NAVBERA BASKÊN ÎRAN Û HÊZÊN AMERÎKAYÊ DE ALOZIYEKE HERÊMÎ HEYE′

Li gel vê şerî, data û nîşaneyên li ser zêdebûnê asta aloziyê di navbera hêz û komên bi piştevaniya Îran û hêzên Amerîkayê yên li herêmê de zêde dibin. Têkildarî mijarê hêzên Îsraîlê û Hizbullah a Lubnanê gef li hev xwarin û sînorê Lubnan-Îsraîlê hatin bombebarankirin, her wiha koma Ensarullah (El Hûsî) êrişî Îsraîlê kirin û gefên bombebarankirina baregehên Amerîkayê yên li dewletên Kendavê xwarin. Komên Iraqî jî êrişên xwe li dijî baregehên Amerîkayê yên li Iraqê xurt kirin.

Ev rageşiya zêde, ji ber zexta gel li dijî hêzên bi piştgiriya Îranê û ala ′Muqaweme′ hildane û xwesteka Îranê ya pêkanîna zextan li ser hêzên Amerîkayê li herêmê pêk tê. Bi taybet piştî axaftina ku Amerîka girîngiyê nade temamkirina rêveçûna dan û standina bi Îranê re.

Li gorî van hemû pêşdeçûnan tê destnîşankirin ku rageşiya herêmî di navbera kom û hêzên Amerîkayê li Iraqê, Sûriye û Kendavê de zêde bin, lê şerekî yekser li hember hev çênabe, lê belê dê hewldanên agirbestê û çareserkirina krîzên li herêmê têk bibe û krîzan dirêj bike.

(fr)