16 roj in çarenûsa Silêman Ehmed hîna ne diyar e

16 roj in agahî ji rojnamevan û edîtorê beşa Erebî yê ajansa me Rojnews’ê Silêman Ehmed ku ji aliyê PDK’ê ve hatiye revandin, nayê girtin. Her ku diçe guman û fikarên li ser jiyana Silêman Ehmed zêde dibin.

16 roj in çarenûsa Silêman Ehmed hîna ne diyar e
9 mijdar, 2023   10:06
NAVENDA NÛÇEYAN

Edîtorê beşa Erebî ya ajansa Roj News`ê Silêman Ehmed roja 1’ê Cotmehê ji bo serdanê çûbû cem malbata xwe ya li Taxa Şêxmeqsud a Helebê. Silêman roja 25’ê Cotmehê dema xwest di deriyê Pêş Xabûr (Sêmalka) re derbasî Başûr bibe, ji aliyê hêzên PDK’ê ve hat revandin û ev 16 roj in agahî jê nayê girtin.

Hefteyek piştî windabûna Silêman Ehmed, asayîşa PDK’ê ya Duhokê bi daxuyaniyekê tije berovajîkirin û nerast, gotin ku qaşo revandina rojnamevan Silêman Ehmed ‘ne ji ber karên wî yên rojnamevaniyê’ û bi aşkera gefa cezakirinê li rojnamevan Silêman kirin û îtiraf kirin ku wan ew revandine.

Silêman Ehmed nêzî 5 sal in di beşa Erebî ya ajansa Roj News`ê de wek edîtor dixebite.

Roj News`ê piştî revandina Silêman ji aliyê PDK`ê ve daxuyanî dabû û gotibû: “Em weke Ajansa Rojnews`ê, tometbariyên nerast yên Asayîşa Duhokê ya PDK’ê bi tundî red dikin û şermezar dikin. Em daxwaz dikin ku aqûbeta Silêman Ehmed di zûtirîn dem de were aşkerakirin û berdan.

Li gel ku bertek û helwestên dijî revandina Silêman Ehmed zêde dibin, her ku diçe guman û fikarên li ser jiyana Silêman Ehmed zêde dibin, PDK`ê ji ewlehî û jiyana edîtorê ajansa me Silêman Ehmed berpirs e.”