Dîplomasiya Urdunê û şerê Îsraîl-Hizbullah rojevên rojnameyên erebî ne

Rojnameyên erebî di weşanên xwe yên îro de cih dan tevgera dîplomasî ya Urdunê, helwestsa Îxwan El Muslimîn, her wiha êrişên Îsraîlê yên li dijî başûrê Lubnanê.

Dîplomasiya Urdunê û şerê Îsraîl-Hizbullah rojevên rojnameyên erebî ne
21 cotmeh, 2024   11:11
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya Şerq El Ewsat têkildarî serdana wezîrê karên derve yê Urdunê Eymen El Sefedî ya li Şamê nûçeyek bi sernavê "Tevgera dîplomasî ya Urdunê" weşand. 

Di nûçeyê de hate diyarkirin ku  serdana El Sefedî di çarçoveya xebatên dîplomatîk ên Emanê yên bi armanca mîsogeriya ewlehiya sînorê bi Sûriyeyê re hat kirin. Di nûçeyê de qaçaxçîtiya narkotîkê ya ji Sûriyeyê ber bi Urdunê ve jî hat bibîrxistin û wekî pirsgirêkeke mezin a ewlehiyê ji bo Urdunê hat destnîşankirin.

Di nûçeyê de hate gotin,  "Urdunê li gel rageşiya leşkerî ya xeternak a li Sûriye û Lubnanê, hewl dide bi rêya xebatên xwe yên diplomatic berjewendiyên xwe biparêze."

ˈOPERASYONA DERYAYA MIRÎ TÊKILIYA ÎXWANAN Û DEWLETA URDUNÊ DE XISTIYE XETEREYÊˈ

Rojnameya El Ereb jî behsa tevgerên Îxwan El Muslimîn a li Urdunê kir.  Rojnameyê diyar kir ku Îxwan El Muslimîn piştî operasyona Deryaya Mirî pîroz kir û piştrast kir ku yên bi vê operasyonê rabûne zarokên wan in, xwe di rewşeke zehmet de dît. Hate gotin, ev helwesta ixwnana gelek pirsên li ser siberoja têkiliyên wê bi dewleta Urdunê re derdixe pêş.

Rojnameyê cih da nirxandinên hin analîzvanan da zanîn ku "Îxwan El Muslimîn û baskê wê yê siyasî ji ber vê helwestê, xwe rûbirûyî dewleta Urdunê, ne ya Îsraîlê dîtin. Encamên vê helwestê dê li ser tevgera îslamî û siberoja wê hebe. Ji ber ku Urdun wê rê nade ti kiryaran xirab li ser ewlehiya herêm."

ˈZÊR Û PERE ÇÛN: EV ARMANCA ÎSRAÎLÊ JI DERBEKIRINA EL QERD EL HESEN Eˈ

Tora El Erebiye derbeyên Îsraîlê yên li dijî Komeleya El Qerd El Hesen a li Lubnanê ya girêdayî Hizbullahê nirxand. 

Rojnameyê, hedefkirina şaxê "El Qerd El Hesen" wekî derbyeke mezin li alîgirên Hizbullahê bi nav kir. Hate gotin "Bi hezaran malbatên alîgirên Hizbullahê li beramberî zêran pere ji vê komeleyê deyn kiriye. Hizbullah nekariye bi sedan xezîneyên hesin ên zêr tê de hebûn bibe cihekî din."

(şx)